ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-10-2022ʹYAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-10-2022ʹYAN
28 cotmeh, 2022   23:00

-Şêniyên Dêrik û herêmên Koçerat û Beravê 152 şehîdên mehên Tebax, Îlon û Cotmehê li Stada Kornîş a girtî bi bîr tînin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongra Star merasîmê bîranîna şehîd Bêrîtan li avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji bo şermezarkirina êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya li hemberî van êrişan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê konê çalakiyê li bajarê Minbicê vedigirin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Desteya Ciwan û Werzîşê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî li ser gerîlayên azadiyê, çalakiyekê li Stada Şehîd Heysem Kiço ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê du welatiyên ku roja 24ʹê Cotmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Qamişlo şehîd bûne, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan tên veşartin, saet 16:00ʹan(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên şehîdan diyar kirin wan bingehê berxwedan û têkoşîna xwe ji berxwedana şehîd Bêrîtan girtine û got: "Berxwedana şehîd Bêrîtan ji bo jinan mîrateyek e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Cibraîl Mistefa bal kişand bêdengiya li hemberî êrişên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û got, dema mijar girêdayê dewletaTirk a dagirker be, peymanên têkildarî qedexekirina çekên kîmyewî nayên pêkanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnasan da zanîn ku hêzên navneteweyî berpirsên êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û got ew êriş binpêkirina serweriya Sûriyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku belavbûna çeteyên Ehrar El Şamê li eniyên bakur û rojava yên bi ser hêzên wan ên leşkerî ve planeke nû ya dewleta Tirk a dagirker da ku vekirina rê li pêş çeteyên Cebhet El Nusra ye ku xwe fireh bike û got: "Hêzên me amade ne bersiva her êrişekê bidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja 8ʹan de bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Parlamentoya Lubnanê cara 4'an e ku nekariye li şûna Mîşêl Ewn ê ku erka wî di 31'ê Cotmehê de bi dawî dibe, serokekî nû hilbijêre. Li gorî çavdêran, lihevkirina li ser hilbijartina serokekî nû ji bo Lubnanê, li benda lihevkirina herêmî û navneteweyî ye. 

ANHA