​​​​​​​Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: 253 kes hatine qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di xwepêşadanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 253 kesan jiyana xwe ji dest da, di nav de 34 zarok û 19 jin in.

​​​​​​​Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê: 253 kes hatine qetilkirin
28 cotmeh, 2022   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji 16’ê Îlonê ve li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî xwepêşandan berdewam dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku heta niha di xwepêşadanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 253 kesan jiyana xwe ji dest dane, di nav de34 zarok û 19 jin in.

Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê Mihemed Emîrî Muxedam got: “Di demekî ku Îran guleyan li xelkê bêparastin dibarîne, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî ve ti tedbîrek kiryarî nîne. Metirsiya kuştina bi komî ya xwepêşanderan gelek cidî ye. Erka Neteweyên Yekbûyî ye rê li pêşiya karasatên wiha bigire. Divê zextên dîplomasî li ser Komara Îslamî were zêdekirin. Di heman demê de komîsyonek lêkolînê ya navneteweyî di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ji bo destnîşankirin û lêpirsîna kesên sûc li dijî xelkê dike pêk were.ʹʹ

Li gorî bîlançoyê hejmara kesên li van bajaran jiyana xwe ji dest dane  wiha ye:

Sîstan û Belûçistan: 93 kes

Mezanderan: 30

Tehran: 25

Sine: 23

Gîlan: 19

Azarbeycana rojava: 18 kes

Kirmaşan: 13

Elboriz: 7

Xorasan Rezewî: 4

Esfehan: 3

Merkezî: 2

Qezwîn: 2

Kêgîluye u Biwîrehmed: 2

Zencan: 2

Azarbeycana Rojhilat: 2

Erdebîl: 2

Îlam: 2

Beşehir: 1

Simnan: 1

Xuzistan: 1

Hemedan: 1