Kongreya Yekitiya Jinên Suryan dest pê kir

Kongreya Yekitiya Jinên Suryan a Sûriyê ya Çaremîn li Qamişloyê bi beşdariya 80 delege û endamên yekitiyê dest pê kir.

Kongreya Yekitiya Jinên Suryan dest pê kir
28 cotmeh, 2022   08:36
QAMIŞLO

Kongre li Hola Selam a Qamişloyê dest pê kir. Di kongreyê de nûnerên ji deste, saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl, endamên Koordînasyona Jinan, Kongra Star, Hêzên Parastina Jin ên Bêt Nehrên, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîre Gewriye amade bûn.

Li gorî bernameya kongreyê, dê axaftina destpêkê ji hêla berpirsa rêxistina Yekitiya Jinan a Suryan li Sûriyê Îlham Mutelî ve were kirin, her wiha endamê Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Taz Başa û gelek beşdar dê biaxivin.

Tê payîn xebatên yekitiyê yên du salên borî werin xwendin, rêzikname were nîqaşkirin û erêkirin û sînevîzyonek li ser xebatên 2 salan ên yekitiyê were pêşandan û serokatiyê meclisa yekitiyê were hilbijartin.

(fr)

ANHA