​​​​​​​Dayikên Aştiyê: Divê hêzên navneteweyî dev ji siyasetên xwe yên qirêj berdin

Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê piştgiriya xwe ji berxwedana dîrokî ya gerîlayan re ya li dijî dewleta Tirk a dagirker ku NATO piştgiriya wê dike, anîn ziman. Dayikan bang li hêzên navneteweyî kir ku dev ji polîtîkayên xwe yên qirêj ên li hember Kurdan berdin.

​​​​​​​Dayikên Aştiyê: Divê hêzên navneteweyî dev ji siyasetên xwe yên qirêj berdin
27 cotmeh, 2022   23:49
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker ji Nîsana par ve êrişeke hovane li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kiriye û çekên qedexekirî bi kar tîne. Ev yek piştî li hember berxwedana dîrokê ya gerîla têkçû pêk tê.

 Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) roja sêşema borî (18 Cotmehê) şehadeta 17 gerîlayan ragihandibû. Ew di mehên îlon û Cotmehê de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî şehîd bûbûn.

DAGIRKER PIŞTÎ TÊKÇÛNA LI HEMBER BERXWEDANA GERÎLA, ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE

Dayika bi navê Xedîce Îbo wiha got: "Dagirkeriya Tirk çekên kîmyewî li dijî zarokên me yên li çiyayên Kurdistanê  bi kar tîne. Ev yek jî ji ber ku li hember berxwedana dîrokî ya gerîla nekarî li wan herêman bi pêş ve biçe, pêk tê." 

Xedîce tekez kir ku armanca dagirkeriyê ji planên dijminane yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê, tunekirina berxwedanê û bidestxistina serkeftinê di hilbijartinên serokatiyê yên bê de ji bo Erdogan e.

‛EM PIŞTGIRIYA BERXWEDANA DÎROKÎ DIKIN’

Xedîce bal kişand ser wê yekê ku Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê piştgiriya berxwedana gerîlayan dikin û wiha got: "Em Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê piştgiriya berxwedana dîrokî ya hêzên xwe yên li çiyayê Kurdistanê dikin ku li hember faşîsta Tirk û alîgirên wê didin meşandin."

Ji aliyê xwe ve Emel Qehreman jî wiha got: "Ev ne cara yekê ye ku dagirkeriya Tirk çekên qedexekirî li dijî gelê me û hêzên me yên li çiyayên Kurdistanê bi kar tîne. Di sala 2018'an de li Efrînê bi kar anî, sala 2019'an di êrişa xwe ya li ser Serêkaniyê û Girê Spî jî bi kar anî, piştre jî li çiyayên Kurdistanê bi kar anî."

Emel wiha dom kir: "Hovîtiya ku dewleta Tirk dike, îsbata têkçûna wê ya di pêkanîna planên dagirkeriyê de ye, çi li çiyayên Kurdistanê yan jî li herêmê be."

ŞERMEZARKIRINA BÊDENGIYÊ

Emel herî dawî bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên qedexekirina çekên kîmyewî li hember bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir.

EM LI SER ŞOPA ŞEHÎD Û GERÎLAYAN IN

Asya Berko jî dualîtiya rêxistinan a der barê gelê Kurd de û piştgiriya wê ya ji dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û bang lê kir ku erka xwe pêk bîne û got: "Dev ji van polîtîkayên qirêj berdin."

Asya tekez kir ku ew ê heta têkbirina hemû planan li ser şopa şehîdan û hêzên gerîla bin.

(hs)

ANHA