Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket

Dadgeriya Înfazê, biryara berdana girtiya nexweş, siyasetmedar Aysel Tûglûk da. Piştî biryara dadgeriyê ji girtîgehê derket.

Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
27 cotmeh, 2022   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Mazopotamya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya têkildarî girtiya nexweşa demansê siyasetmedar Aysel Tûglûkê rapora "Nikare di girtîgehê de bimîne" dabû ji aliyê dadgeriya înfazê ve hat erêkirin.

Li ber girtîgehê malbata Aysel Tûglûkê, parêzerên wê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Serpîl Kemalbay, parlementera HDP'ê ya berê Bûrcû Çelîk, rêvberiên partiyê yên Kocaelî û Gebzeyê, MA-TÛHAYDER û gelek kes Tûglûkê pêşwazî kirin.