Di topbarana li ser navçeya Zirganê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Til El Werd ê navçeya Zirganê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin û gelek jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan, ji ber berdewamkirina topbaranê hêzên Rûsya nikarîn derbasî gund bibin.

Di topbarana li ser navçeya Zirganê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hat kuştin
27 cotmeh, 2022   18:21
HESEKÊ

Ji zêdetirî saetek û nîv ve, dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî navçeya Zirgan a kantona Hesekê topbaran dike.

Li gorî nûçegihanê me ji herêmê, gundên li rojhilat û başûrê navçeyê bi hewan û topavêjan têne topbarankirin.

Nûçegihanê me eşkere kir ku ji ber topbaranê endamekî hêzên hikumeta Şamê di topbarana li ser gundê Til El Werd de hatiye kuştin û gelek jî birîndar bûne.

Her wiha nûçegihanê me destnîşan kir ku hêzên Rûsya berê xwe dan gund, lê ji ber berdewamkirina topbaranê, nekarîn derbasî gund bibin.

ANHA