​​​​​​​Fîlma “Kobanê” li Helebê hat pêşandan

Komîna Rojava bi koordîneya Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Helebê fîlma “Kobanê” pêşanda.

​​​​​​​Fîlma “Kobanê” li Helebê hat pêşandan
27 cotmeh, 2022   18:23
HELEB

Fîlma Kobanê li parka “Efrîn” a taxa Eşerfiyê ya Helebê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hat pêşandan.

Destpêkê endamê Navenda Çand û Huner  Xelîl Perîşan axivî û bal kişand ser berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û fedekariyên wan ji bo rizgarkirina bajarê Kobanê ji DAIŞ`ê.

Fîlma “Kobanê” behsa destana qehremanî û bûyerên dîrokî yên di şerê Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê de salên di navbera 2014-2015`an de qewimîne dike.

Fîlma “Kobanê” duh li kafîterya Telêt Heleb a li rojhilat ê taxa Şêxmeqsud a Helebê hatibû pêşandan.

Film cara yekemîn li bajarê Kobanê di 20`ê Îlona borî de hate pêşandan û 6 rojan li dû hev, li bajêr hate pêşandan. Paşê li bajarên Reqa û Tebqa hat pêşandan.

(dm)

ANHA