​​​​​​​Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitî: Divê Kurd bibin yek

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî) bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk li dijî gerîla, wekî deqeke reş li eniya hêzên navneteweyî bi nav kir. Her wiha bang li gelê Kurd kir ku refên xwe bikin yek. 

​​​​​​​Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitî: Divê Kurd bibin yek
28 cotmeh, 2022   03:31
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker ji Nîsana 2022'yan de êrişên xwe li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Di van êrişan de û li gel bêdengiya navneteweyî, çekên kîmyewî li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) û sivîlên Kurd ên Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn.  

HPG`ê di 17'ê Cotmehê de daxuyaniyek da û tekez kir ku dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî 2 hezar û 467 caran bi kar aniye û di êrişên kîmyewî yên herî dawî de 17 gerîla şehîd bûne.

Têkildarî mijarê endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Selah Biro diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji mêj de dijminahiya gelan û hêviyên wan dike. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî pêkhateyên Ermen, Suryan û Kurd gelek komkujî pêk anîne û destwerdanê di kar û barên dewletên cîran de dike, di heman demê de aloziya Sûriyê ji bo ajandayên xwe yên taybet bi kar tîne.

Biro destnîşan kir ku dewleta Tirk li şûna ku aloziya Sûriyê çareser bike, bêhtir kûr kir û wiha dewam kir: “Siyaseta wê nîjadperestî ye, bi taybet li dijî gelê Kurd. Di dîrokê de gelek kokmujî li dijî gelê Kurd pêk anîne."

Biro wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rasterast dijminahiya gelê herêmê û Hêzên Parastina Gel dike, yên ku berxwedaneke lehengane li dijî rejîma faşîst raber kirine. Gerîla dikare dewleta Tirk têk bibe, karîbû ji hundir ve jî derbê lê bixe.”

Biro da zanîn ku dagirkeriya Tirk di operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî gerîlayan de, hemû çekên pêşketî bi kar tîne û got: “Ji ber ku wê nekarî şoreşa wan vemirîne û îradaya wan a ku mafê xwe yê rewa pê diparêzin bişkîne, çekên kîmyewî li dijî wan bi kar anî."

DIVÊ GELÊ KURD REFÊN XWE BİKE YEK

Biro bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê wek deqeke reş li eniya mirovahiyê û hêzên navneteweyî bi nav kir û wiha got: "Bêdengiya navneteweyî nîşana nebûna edaletê di nav civakên ku îdîaya demokrasiyê dikin e."

Selah Biro herî dawiyê bang li hêzên navneteweyî kir ku êrişên dagirkeriyaTirk ên li ser sivîl û Hêzên Parstina Gel li Başûrê Kurdistanê rawestîne û sînorekî ji sûcên wê re deyîne, bi taybet ên li dijî gelê Kurd. Biro wiha got: "Ez bang li gelê Kurd ê her çar parçeyê Kurdistanê dikim ku di vê qonaxa hestiyar de, di qada siyasî û leşkerî de bibin yek û li hember hemû êrişên li ser Kurdistanê serî hildin."

(hs)

ANHA