Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê pesna sînemeya Kurdî da

Çavdêr û beşdarên di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê de pesna xebata hunerî ya Kurdî da û got lê pêdiviya wê bi dewlemendiyê heye ku bigihîne astên cîhanê.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê pesna sînemeya Kurdî da
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê pesna sînemeya Kurdî da
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê pesna sînemeya Kurdî da
27 cotmeh, 2022   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh (çarşemê) Festîvala Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê ya dewreya 13’an li Almanya bi diruşma "Jin, Jiyan, azadî" dest pê kir.

Çalakiyên festîvala yên rojên destpêkê bi pêşkêşkirina koma Hîvron a stran û mûzîka Kurd û pêşandana fîmla "Cîran" a derhêner Mano Xelîl dest pê kirin.

Li gorî endamê komîteya ragihandinê ya festîvala Rawend Cewad, welatiyên Kurd ên ji çar parçeyên Kurdistanê û dostên gelê Kurd ên beşdar bûne, fîlm pêşwaz kir û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Actor Bîlal Bulut ji ajansa me re wiha got: "Dê çalakiyên festîvala heta 6 rojan bi bernameyên dagirtî dewam bike. Ez texmîn im ku dê gelê Kurd û hezvanên sînema beşdar bibin ku fîlman temaşe bikin. Dê fîlma Silent Post a li ser şerê li Cizîrê were pêşandan."

Derhêner Wêsî Altay bi rêya ajansa me spasiya kesên ev festîvala amade kiriye kir û wiha got: "Ev festîvala roleke girîng di veguhastina sînema Kurdî ji temaşvanan re dike."

Altay pesna sîmena Kurdî da û wiha domand: "Cihê festîvala girîng e, mîna festîvalên din ên li Londunê li dar dikevin, festîvala fîmlên Kurdî li Stenbolê, festîvalên li Kurdistanê li dar dikevin. Ev ji bo sînema Kurdî serkeftinek e."

Altay bang li gelê Kurd kir ku destekê bide mîna van festîvalan û got: "Destekdayîn xebata sînamayê zêdetir bi pêş dixe. Kurd di sînemayê de nû ne û gavên destpêkê diavêjin û ew li pêş avakirina cihê xwe di sînemaya cîhanê de ne."

Altay diyar kir ku hin fîlm hene serkeftin bi dest xistin û dê di festîvala de bên pêşandan, her wiha kurdan fîlmên pêşketî ku bala kurd û cîhanê kişandin çêkirin û di sînemayên navneteweyî hatin pêşandana û xelat girtin.

Altay eşkere kir ku di fîlmên kurdî de dewlemendî hene, ji ber ku tê de çîrokên berxwedan, serhildan, êş û azar hene. Welatê wan di nava çar dagirkeran de hate parçekirin.

(fr)

ANHA