Li Mehabadê çalakiyên gel ên girseyî

Di xwepêşandanên girseyî yên li Mehabadê de hêzên rejîma Îranê êrişî xwepêşandêran kir û di navbera xwepêşandêr û hêzên rejîmê de şer derket.

Li Mehabadê çalakiyên gel ên girseyî
27 cotmeh, 2022   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Duh bi boneya çilrojiya Jîna Emînî li bajarê Seqiz bi hezaran kesî berê xwe da goristanê. Hêzên rejîma Îranê êrişî gel kir. Li gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî bi boneya çilrojiya Jîna Emînî xwepêşandan careke din gur bûn. Di encamê de çend xwepêşandêr li bajarên cuda hatin qetilkirin.

Îro piştî merasîma spartina axê ya yek ji wan xwepêşanderan Îsmaîl Mewlûdî, welatiyên bajarê Mehabad ê Rojhilat derketin kolanan.

Di xwepêşandanên îro yên li Mehabadê de dirûşmên “Kurdistan Kurdistan goristana faşîstan” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Hêzên rejîma Îranê li taxa Gumruk a Mehabadê gule li welatiyan reşandin.

Xwepêşandan li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dikin.