​​​​​​​DYA careke din dosyaya dan û standina nukleerî venake

Berdevkê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya DYA’yê John Kirby destnîşan kir ku nafikirin ku gereke din a dan û standinên nukleerî bi Îranê re li dar bixin.

​​​​​​​DYA careke din dosyaya dan û standina nukleerî venake
27 cotmeh, 2022   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kirby got welatê wî nafikire gereke din a dan û standinên têkildarî vejandina lihevkirina nukleerî bi Îranê re li dar bixe.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken jî ji Bloombergê re got: “Niha îhtîmaleke nêz a ji nû ve destpêkirina van dan û standinan tune ye.”

Ji ber ku DYA û Îranê li ser navaroka lihevkirinê li hev nekir, dan û standinên nukleer rawestiyabûn.

Ji bo berdewamkirina lihevkirinê, Îran dixwaze dosyaya îdiayên Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) têkildarî dîtina şûnên madeyên nukleer li 3 navendên neragihandî yên Îranê, were girtin.

DYA di Gulana 2018`an de ji lihevkirinê vekişî. Careke din cezayên aborî li Îranê ferz kirin. Îranê jî li beramberî wê, dev ji hin qeydên li ser tevgera xwe ya nukleerê berda ku di lihevkirinê de hatine diyarkirin.

(şx)