Dadweriya Iraqê 3 peymanên şîrketên petrolê li Başûr betal kirin

Meclîsa Dadwerî ya Iraqê 3 peymanên şîrketên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê kar dikin, betal kirin.

Dadweriya Iraqê 3 peymanên şîrketên petrolê li Başûr betal kirin
27 cotmeh, 2022   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya malpera Iraq Petroleum, Meclîsa Dadweriya Iraqê 3 peymanên din ên petrolê yên Başûrê Kurdistanê betal kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ev yek tê wê wateyê ku hikumeta Iraqê desthilatdariya xwe li ser sektora neft û gazê ku serbixwe tê birêvebirin ferz dike.

Dadwer Mihemed Elî Mehmûd Nedîm roja yekşemê di rûniştina li Dadgeha Bazirganî ya Kerxê de biryar da ku peymanên Addax Petroleum a Chinaînê, Shamaran Petroleum a Kanada û Gulf Keystone ya di lîsteya Brîtanya de betal bike.

Li gorî nûçeya malperê, hin jêder diyar dikin ku dadgehê heta niha derbarê şîrketa Dana Gas a Îmarat û Gazprom Neft a Rûsyayê de biryar nedaye.