​​​​​​​‘Li pêş avakirina hikumeta Iraqê astengiyên navxweyî û derve hene’

Mamosteyê zanistên siyasî yê ji Iraqê Dr. Ehmed Rehîm got eger hikumeta Iraqê bê avakirin dê rastî gelek astengiyên navxweyî û derve bê.

​​​​​​​‘Li pêş avakirina hikumeta Iraqê astengiyên navxweyî û derve hene’
27 cotmeh, 2022   05:18
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî ku serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd, Mihemed Şiya El Sûdanî ji bo avakirina hikumeta Iraqê erkdar kir, çavdêrên dan û standinên ji bo avakirina hikumetê got dibe ku El Sûdanî di demeke nêzîk de kabîneya xwe ragihîne.

Piştî ku hat erkdarkirin, li pêşiya El Sûdanî mehek heye ku koma xwe ya hikumetê pêşkêş bike. Tevî ku peymana hatiye çêkirin rewşa felcbûna siyasî bi dawî kir jî, lê dîsa ji ber rewşa siyasî, aborî, civakî û ewlekarî ya Iraqê hîn jî tijî astengî û zehmetî ne.

Çavdêran diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya hikumeta bê ya El Sûdanî ‘Tevgera Sedr’ e. Ew jî bi rêya birêxistinkirina xwepêşandanan. Ji ber zemîna lidarxistina van xwepêşandanan amade ye ji ber ku rewşên aborî û ewlehiyê li Iraqê bi paş ketine û li aliyekî din koma El Sedr ji ber ji pêvajoya siyasî hat dûrxistin, aciz in.

Di heman çarçoveyê de El Sûdanî daxwaznameyeke fermî ji desteya serokatiya parlamentoyê re şand da ku di 27'ê Cotmehê de civîneke pêbaweriyê ji kabîneya xwe ya hikumetê re li dar bixe. Gelek çavkaniyên siyasî jî nûçeyên li ser namzetên wezîrên di kabîneya hikumeta Mihemed Şiya El Sûdanî de belav bûne, piştrast kirin.

Têkildarî mijarê, mamosteyê zanistên siyasî yê ji Iraqê Dr. Ehmed Rehîm ji ajansa me re wiha axivî: "Qonaxa avakirina hikumetê di rewşeke pir dijwar re derbas dibe. Em ronahiyekê li dawiya tunêla nakokiyên li ser kursiyan nabînin, çi di nava pêkhateyên Çarçoveya Hemahengiyê de yan jî di navbera aliyan û pêkhateyan bi xwe de."

Rehîm wiha lê zêde kir: "Piraniya nakokiyan li ser wan wezaretan e ku budçeyên wan mezin in. Ez bawer nakim ku dê vê hefteyê were ragihandin, dibe ku ji bo rojên dawî yên dema qanûnî dereng bimîne. Ger hikumet bê ragihandin jî, dê bi gelek dosyayan re rû bi rû bimîne ku piraniya wan lez in û nayên derengxistin. Wek nimûne, dosyayên kehrebe, tenduristî, çekên berbelavbûyî û dosyayên gendeliyê yên ku ketine nav bedena dewletê, her wiha dosyaya ewlehiyê jî heye."

Rehîm got: "Gelek dosyayên li ser asta derve hene, mîna têkiliya wê ya bi Îranê re. Destwerdana Îranê ya di rewşa Iraqê de bi hemû detayên wê. Her wiha zexta Îranê ya li ser hikumetê da ku tu projeyeke aborî pêk neyne û her tiştî ji Îranê bîne. Di heman demê de geşbûna têkiliyên bi dewletên Ereban û yên cîran re ku Îran li hember wê dibe asteng û nahêle tu hikumet di vî warî de bi pêş de biçe."

Der barê helwesta Sedr de jî, mamosteyê zanistên siyasî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Sedr piştî vekişîna ji parlamentoyê, hemû kaxezên xwe ji dest dan. Xwespartina kolanê, êdî sûda wê nîn e. Ji ber ku çend caran ev yek ceriband lê negihaşt armanca xwe."

(hs)

ANHA