Bi armanca birçîkirina gel û belavkirina nexweşiyan ava Firatê tê qutkirin

Cotkar û masîvanên rojhilatê Dêrazorê ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve zehmetiyan dikişînin û da zanîn ku kêmbûna rêjeya ava çemê gefan ji tevahî aliyan ve li jiyanê dixwe.

Bi armanca birçîkirina gel û belavkirina nexweşiyan ava Firatê tê qutkirin
27 cotmeh, 2022   04:55
​​​​​​​DÊRAZOR – FATME EL EBID

Roj bi roj, rêjeya ava çemê Firatê ji ber kêmkirina wê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, dadikeve, ev yek jî bandoreke neyênî i aliyên aborî, tenduristî û çandiniyê yên şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Lê zehmetiyên ku şênî, cotkar û masîvanên rojhilatê Dêrazorê dikişînin ji zehmetiyên şênî û cotkarên herêmên din zêdetir in, ji ber ew li gelek çemê ne.

KÊMBÛNA MASIYAN XETERIYEKE MEZIN E

Masîvanê ji rojhilayê Dêrazorê Ehmed El Elî, ji ajansa me re wiha axivî: “Ez ji bêhtirî 10 salan ve masiyan li çemê Firatê digirim, ji ber ev jêdera yekane ya qûta min e. Lê ruxmî kêmbûna avê, dîsa jî rojane diçim nêçîrî."

El Elî wiha domand: "Ji bo nêçîrê gelek mewsim û hêman hene, yek ji wan zêdebûna masî û cureyên wan e, lê zêdebûna masiyan li ser zêdebûna avê ye. Îro jî ne tenê cureyên masî kêm dibin, lê belê neçîr jî bi sedema kêmbûna avê kêm dibe."

El Elî destnîşan kir ku wan berê rojane nêzî 20 kîlo masî digirtin, lê belê îro tenê kîloyekê digirin.

Di dawiya axaftina xwe de El Elî wiha got: “Kêmbûna avê zirarên mezin ne tenê bi masîvanan kir, lê belê li hemûyan kir."

ÇANDINÎ BAR E

Her wiha, cotkarê bi navê Mihemed El Ebûd got: “Ji berê de em di çandiniyê de dixebitin ku ew jêdera me ya tekane ya peydakirina zadê ye. Lê belê îro çandinî bûye bar; ji ber kêmbûna ava Firatê, lê rola zuhabûn û kêmbûna baranê jî di paşketina çandiniyê de jî hebû.”

El Ebûd bang li hêzên navneteweyî kir ku zextê li dewleat Tirk bikin û qanûna hevbeşiya çavkaniyên avê pêk bînin da ku Iraq û Sûriyê para xwe ji çemê Firatê bi temamî bistînin.

Serokê beşa Komeleyên Çandiniyê yên bajarokê Hecînê Xelîl El Mihemed wiha axivî: “Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê, zuhabûn û kêmbûna rêjeya baranê me gelek zehmetî kişandin.”

El Mihemed destnîşan kir ku rûbera zeviyên avî yên rojhilatê Dêrazorê 250 hezar donim e û bi 36 dînamoyan tê avdan, her wiha hinek ji wan bi jenetoran tên avdan. Da ku enerjiya berhemdanê ya dînamoyan zêde bibe û bi saetên zêde bixebite.

El Mihemed wiha li gotina xwe zêde kir: “Tevî keda ku em didin, lê dîsa jî berhema mewsiman paşve diçe û barê lêçûna çandiniyê li cotkaran girantir dibe.”

BÛYERÊN JAHRÎBÛNÊ Û BELAVBÛNA NEXWEŞIYAN BILIND DIBIN

Endamê Komîteya Tenduristiyê ya rojhilatê Dêrazorê Kemal El Ewed wiha got: “Ji destpêka 2020’an ve rêjeya ava çemê Firatê bi awayekî balkêş kêm bû, di encamê de gelek nexweşî belav bûn ku gelek bûyerên pêketina Kolerayê û jahrîbûnê hatin tomarkirin.”

El Ewed wiha domand: “Ji dema ku dagirkeriya Tirk ava Firatê qut kiriye de, ev vîrus û nexweşî derketin û roj bi roj zêde dibin, ku heta niha rêjeya pêketiyên nexweşiyan û bûyerên jahrîbûnê ji şêniyên rojhilatê Dêrazorê gihîşt ji sedî 35."

El Ewed wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji bo sînordarkirina nexweşiyan, divê rêjeya ava çemê Firatê zêde bibe ku qirêjiya di hundirê çemê de bide ber xwe ku tê de bekterya hene."

(mh)

ANHA