Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê şevbuhêrkek li dar xist

Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê ji bo piştgiriya behreyên ciwan bi dirûşma “Çand nasnameya me ye, nasnameya me hebûna me ye, em bi hev re çanda xwe ji bişaftinê biparêzin” û, şevbuhêrkek li dar xist.

Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê şevbuhêrkek li dar xist
Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê şevbuhêrkek li dar xist
Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê şevbuhêrkek li dar xist
Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê şevbuhêrkek li dar xist
Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê şevbuhêrkek li dar xist
Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê şevbuhêrkek li dar xist
Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê şevbuhêrkek li dar xist
Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê şevbuhêrkek li dar xist
Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê şevbuhêrkek li dar xist
26 cotmeh, 2022   18:39
QAMIŞLO

Di şevbuhêrkê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî yên Til Birakê, partiyên siyasî, ciwanên şoreşger û bi dehan şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Di destpêkê de hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê Ruba Siwêd bixêrhatina beşdaran kir û rola komîteyên çand û hunerê di vejandina folklor û kultûrê û piştgiriya behreyên ciwan de spas kir.

Di şevbuhêrkê de helbest ji aliyê helbestvanan Telal El Îsa, Hayil El Helûş, Tac Ereb û helbestvanê biçûk Mazin El Selac ve hatin xwendin. Mijarên helbestan li ser dayika kedkar, hezkirina welat û şopandina rêya şehîdan bûn.

Piştî wê herdu hunermend Teleb El Nazir û Rakan Xelîl bi amûra rebabe stran pêşandan.

Piştre, endama rêveber a Kongra Star a Til Birakê Elya Uwês bi peyamekê teqezî bi girîngiya çand û hunerê di civakê de û hevgirtina pêkhateyan kir.

Elya bal kişand ser yekitiya gelan û got: “Şêniyên Cizîrê yek in û kes nikare wan ji hev dûr bike.”

Paşê “Koma şehîd Dîlan” berhema xwe ya dîlanê pêşanda û şevbuhêrk bi gerandina xelekên govendê li ber stranên kurdî û erebî bi dawî bû.

(mh)

ANHA