​​​​​​​'Bikaranîna çekên kîmyewî îsbata têkçûna artêşa Tirk e'

Lêkolînera siyasî ya ji Misirê Wela Ebdullah destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, îsbata têkçûna artêşa Tirk a dagirker e. Wela her wiha got berxwedana gerîla hêjayî pesinandin û lêkolînê ye.

​​​​​​​'Bikaranîna çekên kîmyewî îsbata têkçûna artêşa Tirk e'
27 cotmeh, 2022   01:50
QAHÎRE – MUHSIN EL MESRÎ

Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî gerîla li Başûrê Kurdistanê, gelek bertekên aliyên erebî û navneteweyî yên şermezarkirina van êrişan derxistin holê.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di 18'ê Îlonê de şehadeta 17 gerîla ragihand ku di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûbûn. NPG'ê bal kişand ser wê yekê ku zêdebûna êrişên kîmyewî bi bêdengî û piştgiriya navneteweyî ya van êrişan ve girêdayî ye.

Lêkolînera siyasî ya ji Misirê Wela Ebdullah got bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk ve ku bû sedema şehadeta 17 gerîlayan, ne cara yekem û wê ne ya dawî jî be. 

Wela wiha ji ANHA'yê re axivî: "Dûrî van gotegotan û tevî xwînrijandin û şehîdan, bikaranîna vê çekê nîşana hêza Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Eşkere ye ku ew bûye hevkêşeyeke zehmet li pêş artêşa Tirk ku nekarî bi awayekî normal pê re rû bi rû bimîne, tevî ku ew dewleteke xwedî artêşeke ji artêşên herî bihêz ên herêmê ye."

Wela wiha lê zêde kir: "Her wiha xuya dibe ku di operasyonên xwe yên ku li Iraqê dan destpêkirin de, têk çûne. Di van operasyonan de qanûnên navneteweyî binpê dike û destdirêjiyê li dewleteke cîran û sînorên wê dike. Li hember wê jî tu helwest ji bilî şermezarkirinê nehatine nîşandan." 

Wela wiha pê de çû: "Ev qebûlkirin beriya çend salan dest pê kiriye û bi sekna Kurdan a li Bakurê Kurdistanê bi giştî û bi destkeftiyên PKK'ê didome."

Lêkolînera ji Misirê Wela Ebdullah her wiha got: "Rewşa şervanên PKK`ê hêjayî pesindayîn û lêkolînê ye da ku rastî û xwezaya wê hevkêşeya bêmînak bê nasîn. Ezmûna kurdî di rewşên xwe de tecrubeya Artêşa Rizgariyê ya Îrlandayê, her wiha gelek tevgerên rizgariyê yên Amerîkaya başûr jî derbas kiriye. Wan karîbû hemû dersên li dora xwe fêm bikin û li gorî manîfestoya ku Ocalan rasterast dema ku partî ava kir û kadroyên wê yek bi yek perwerde kirin, ji wan re çêkiribû, bimeşin. Paşê jî dan ser şopa perspektîfên wî yên ku ji sirguna wî ya Îmraliyê derketin, ku ew jî di encama komployeke navneteweyî ya eşkere de bû û armanca wê jî tunekirina fikirên wî yên ku wan ditirsîne." 

Wela tekezî li ser van xalan jî kir: "Tevî her tiştî, li her çar aliyan mirîdên Ocalan û fikirê wî di nav Kurdan de man û zêdetir jî bûn. Di heman demê de fikirê wî gihişt kesên li herêmên cuda yên cîhanê jî. Di nav de jî cîhana erebî ku dan û standina wê bi rewşa Kurdî ya giştî re hate guhertin. Ev jî ji ber aliyeke kurdî ye ku têgihand ku parastina neteweya wî di heman çarçoveya erdnîgariya heyî de ji bo wî pir bi wate ye, beklî ji fikreya dewletê jî zêdetir e ku di rewşa herêmî û ya navneteweyî ya heyî de pêkanîna wê pir zehmet e." 

‘DIVÊ PKK ‘LÎSTEYA TERORÊ’ WERE DERXISTIN’

Der barê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li ser polîtîka û sûcên dagirkeriya Tirk, her wiha binpêkirina wê ya domdar ji qanûna navneteweyî re, Wela wiha got: "Ev mijareke dûvdirêj e û civaka navneteweyî di tevgerên xwe yên li dijî dewleta Tirk de ku li gorî armanca jê tê xwestin dimeşe, dê neguhere. Tevî her tiştî û hewldanên rejîma Erdogan di van salên dawî de ku roleke mezintir ji rola ku jê re hatiye xêzkirin bi rêya îstîsmarkirina rewşê bilîze, lê dewleta Tirk di eslê xwe de di nav pergala navneteweyî de û bi fermana wê rola ku jê re hatiye dayîn dilîze. Ruxmî hewldanên pergala Erdogan ên di çend salên dawîn de ku roleke mezintir ji ya jê re hatiye diyarkirin bilîze. "

Lêkolînera ji Misirê Wela Ebdullah diyar kir ku çareserî niha ew e, berdewamiya hewldanan ji bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji lîsteya terorê ye Her wiha tekez kir ku ji bo sekneke cidî ya li hember kiryarên dewleta Tirk ên li dijî partiyê û şervanên wê, helwesta yekem ku divê were kirin ev e.

Wela hişyarî ji ber vê yekê jî da: "Lezkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî PKK'ê di dema bê de ji bo bidestxistina zemîneke civakî di hundirê Tirkiyeyê de, ku hîna jî li hemberî rewşa Kurdî di rewşeke jixwerazîbûnê de dijî, bi taybetî bi nêzîkbûna hilbijartinên Tirkiyê."

Wela Ebdullah herî dawî wiha got: "Pêwîst e zexteke herêmî ya siyasî, çandî û medyayî ji bo eşkerekirina rastiya bûyerên ku diqewimin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê bê kirin. Her wiha raya giştî deyne pêşiya berpirsyariyên xwe.  Bi raya giştî re wê civata navneteweyî bikeve tevgerê. Lê ev yek jî bi veguhertinên li pey hev ên qada navneteweyî û herêmî,  hewldanên duqat dixwaze. Mînaka wê jî bûyera Jîna Emînî ya Kurd ku li pey wê  serhildan li hundirê Îranê çêbû, her wiha liv û tevger û bertekên navneteweyî jî çêbûn."

(hs)

ANHA