​​​​​​​‘Belavbûna Tehrîr El Şam li herêmên dagirkirî xizmeta hêzên navneteweyî û herêmî dike’

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed Sultan Ebû Erac destnîşan kir ku kontrolkirina herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ve, tenê xizmeta hêzên herêmî û yên navneteweyî dike.

​​​​​​​‘Belavbûna Tehrîr El Şam li herêmên dagirkirî xizmeta hêzên navneteweyî û herêmî dike’
26 cotmeh, 2022   23:42
MINBIC – SELWA EBDULLREHMAN

Beriya çend rojan çeteyên "Ehrar El Şam" yên girêdayî "Heyet Tehrîr El Şam" (Cebhet El Nusra ya berê) li şûna "El Cebhe El Şamiyê" li bakurê rojavayê bajarê Minbicê bi cih bûn.

Çavkaniyên xwecih ji hundirê bajarê Cerablusê û gundewarên wê yên rojhilat ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên Sultan Murad û çeteyên Semerqend yên ku li gundewarên rojavayê bajarê Minbicê belav bûne, amadekariyê dikin ku di rojên pêş de cihên xwe radestî çeteyên "Ehrar El Şam" yên girêdayî "Heyet Tehrîr El Şam" bikin. Çavkaniyên ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ev agahî piştrast kirin.

Der barê mijarê de cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed Sultan Ebû Erac ji ajansa me re axivî: "Tişta ku di vê dema dawî de li herêmên dagirkirî qewimî, encama lihevkirinên di navbera dewletên ku berjewendiyên wan li Sûriyê hene û aliyên civînên Soçî, Astana û Cinêvê de ne."

KOORDÎNEYEKE PÊŞÎN

Ebû Erac wiha lê zêde kir: "Di 24 seatan de Heyet Tehrîr El Şam bajarê Efrînê û gundewarên wê kontrol kirin. Dema ku derbasî herêmên Efrînê bûn, hinek ji wan di dergehên fermî re û hinek jî di yên nerewa re derbas bûn. Ew dergeh jî dergehê Dêr Belût û Xezewiyê ne. Ev her du dergeh di bin kontrola Feyleq El Şam de ne. Ev jî nîşan dide ku koordîneyeke pêşîn di navbera Heyet Tehrîr El Şam û kom û çeteyên li hundirê wan herêman de hebû."

Ebû Erac wiha pê de çû: "Radestkirina wan herêman ji bo Heyet Tehrîr El Şam, li herêmê xizmeta berjewendiyên Rûsya, hikumeta Şamê, dewleta Tirk û DYA`yê dike. Her wiha destdirêjiya li xaka Sûriyê û hewldana yekkirina rêza çeteyan û bikaranîna wan di pêkanîna berjewendiyên wan de ye."

Têkildarî xistina çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" nava tevgerê di vê demê de, Ebû Erac wiha got: "Ev mesele bi gelek mijaran ve girêdayî ye. Ji ber nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê de. Her wiha ji ber zextên Rûsya û Şamê. Di heman demê de jî girêdayî hundirê Tirkiyê ye, ji ber ku hilbijartin nêz bûne. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze bi derketina ji wê çirava ku ketiyê, wêneyê xwe li pêşberî welatiyên Tirk paqij bike."

Der barê encamên van planên li ser gelê Sûriyê û pêşeroja welêt de, Ebû Erac got: "Sûrî mîna her carê qurbaniyên lihevkirinên herêmî û navneteweyî ne. Ew fatûreya stratejî û lihevkirinên di navbera aliyên derve de didin.”

Ebû Erac di dawiyê de got: “Ji bilî aliyên van lihevkirinan, kes sûdê ji van lihevkirinan nagire ku li ser hesabê sûriyan pêk tên.”

(hs)

ANHA