ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-10-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-10-2022`YAN
26 cotmeh, 2022   23:00

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê ji bo şermezarkirin êrişên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê xwepêşandan li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Firatê ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî li pêşiya navenda xwe ya li Kobanê dide saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi boneya salvegera 5`an a damezirandina Rêvebeirya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqa, bi dirûşma Bi xwîna şehîdên me tarî şûşt û bi zendên zarokên xwe ava kir, Mîhrîcana 1`emîn a Strana Nîştimanî li Tebqayê li ser dika Navenda Çand û Hunerê li dar dikeve saet di 16:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di roja 6`an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînera siyasî ya ji Misirê Wela Ebdullah destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla, îsbata têkçûna artêşa Tirk a dagirker e. Wela her wiha got berxwedana gerîla hêjayî pesinandin û lêkolînê ye. (BI WÊNE)

Endamên PYD’ê yên li Reqayê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk bi çekên kîmyewî yên qedexekirî barbarî ye û li dijî hemû zagonên navneteweyî ye. Her wiha gotin divê cîhan xwedî li berxwedana gerîla derkeve ji ber ku berxwedana wan ji bo azadî û demokrasiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a gundewarên Dêrazorê û ji rûspiyên eşîrên El Baxoz, Hewas El Casim bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla şermezar kir û diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî îsbata qelsî û bêhêzbûna dewleta Tirk a li hemberî hêzên gerîla ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed Sultan Ebû Erac destnîşan kir ku kontrolkirina herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ve, tenê xizmeta hêzên herêmî û yên navneteweyî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Şefê Tirkiyê ji serêdema ku digot "Kobanê ha ket, ha dikeve" û bi vir ve di siyaseta Sûriyê de destek da DAIŞ, El Nusra û komên din ên mezin û biçûk û bi vî awayî di şerê navxweyî yê Sûriyê de rol lîst. Kobanê neket, nekarîn bixin. Kobanê têkçûneke herî watedar anî serê çeteyên DAIŞ'ê û şikestineke mezin di polîtîkaya derve ya şefê AKP'ê Erdogan de çêkir. Piştî rizgarkirina Reqayê ku keleha DAIŞ'ê bû, hevsengiya DAIŞ'ê xira bû û derbeke giran li rêveberiya wê ya navendî hate xistin. Têkçûna li Baxozê hîmên DAIŞ'ê tesfiye kirin. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

Cotkar û masîvanên rojhilatê Dêrazorê ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve zehmetiyan dikişînin û da zanîn ku kêmbûna rêjeya ava çemê gefan ji tevahî aliyan ve li jiyanê dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Mamosteyê zanistên siyasî yê ji Iraqê Dr. Ehmed Rehîm got eger hikumeta Iraqê bê avakirin dê rastî gelek astengiyên navxweyî û derve bê. (BI WÊNE)

ANHA