Roja 5`an a Pêşangeha Şehîd Herekol bilidarxistina çalakiyên hunerî bi dawî bû

Roja 5`an a Pêşangeha Şehîd Herekol bi belavkirina pirtûkan bêpere li ser xwendekarên ku serdana pêşengehê kirine, lidarxistina pêşbirkên çandî û çalakiyên cuda û lidarxistina şahiya îmzekirina pirtûkan û şevbuhêrkekê bi dawî bû.

Roja 5`an a Pêşangeha Şehîd Herekol bilidarxistina çalakiyên hunerî bi dawî bû
26 cotmeh, 2022   19:28
QAMIŞLO

6`emîn Pêşangeha şehîd Herekol dê heta 29`ê Cotmehê bidome.

Di roja 5`an a pêşengehê de, xwendekarên dibistana amadehî ya El Nabîxe El Zubyanî serdana pêşengehê kirin û ji bo ku wan teşwîqî xwendina pirtûkan bikin, pirtûk bê pere li ser xwendekaran belav kirin.

Di roja 5`an de, di beşa weşanxaneya Şilêr de, şahiya îmzekirina komên çîrokan a nivîskar Diyaa Iskender hat lidarxistin.

Her wiha pêşbirkeke çandî hat lidarxistin û tê de pirsên çandî û dîrokî têkildarî çand, dîrok û wêjeya herêmê hatin pirskirin.

Di dawiya pêşengehê de helbestvan Xalid Omer hinek helbestên kurdî yên kilasîk pêşandan.

(dm)

ANHA