Di kêmtirî hefteyekê de Îsraîlê sê caran êriş li Sûriyê pêk anîn

Şeva din Îsraîlê derdora paytexta Sûriye Şamê hedef girt. Di vê hefteyê de ev cara sêyemîn e ku Îsraîl li Sûriyê êrişan pêk tîne.

Di kêmtirî hefteyekê de Îsraîlê sê caran êriş li Sûriyê pêk anîn
27 cotmeh, 2022   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke girêdayê hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî leşkerî got, şeva saet derdora 00:30`an Îsraîlê gelek dever li derdora Şamê hedef girtin. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku êrişa dawîn ya Îsraîlê li dijî depoyên çek û cebilxaneyê yên komên alîgirên Îranê çend kîlometreyan dûrî balafirgeha navneteweyî ya Şamê pêk hatiye û got Îsraîlê 6 derbe pêk anîn.

4 jê li dijî depo û baregehên komên Îranê û Hizbullah a Lubnanê pêk hatin, ku li herêma Mezari ya rojavayê balafirgeha Şamê ye û 2 li başûr rojavayê balafirgehê bûn.

Ji destpêka salê ve ev 28 car in û di kêmtirî hefteyekê de ev cara sêyemîn e ku Îsraîl van êrişan pêk tîne. Di encamê de 4 kesên alîgirên Hizbullah a Lubnanê hatin kuştin yek jê welatiyê Sûriyê ye. Her wiha depoyên çek û cebilxaneyê yên komên Îranê hatin rûxandin.

Li gorî SOHR`ê, di encama derbeyên Îsraîlê de ji destpêka îsal ve derdora 81 baregeh, depoyên çek, cebilxane, navend û wesayît hatine rûxandin.

Her wiha 62 leşker hatine kuştin û 75 din jî birîndar bûne.

Bîlançoya wan êrişan wiha ye: 17 li dijî Şam û gundewarê wê, 5 li dijî Quneyterayê, 3 li dijî Hema, 2 li dijî Tartûs û 2 li dijî Helebê.

(şx)