Sibe li Tebqayê Mîhrîcana Yekemîn a Stranên Nîştimanî

Bi diruşma "Bi fekdariya şehîdan taritî hate şûştin û bi zendên wan avakirin pêk hat" sibe Mîhrîcana Yekemîn a Stranên Nîştimanî li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê dest pê dike.

Sibe li Tebqayê Mîhrîcana Yekemîn a Stranên Nîştimanî
26 cotmeh, 2022   13:27
TEBQA

Bi boneya salvegera 5’an a damezrandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Teqayê û bi sponseriya Komîteya Çand û Hunerê sibe Mîhrîcana Yekemîn a Stranên Nîştimanî dest pê dike û tê payîn du rojan dewam bike.

Di çarçoveya birêxistina vekirina dike û destpêkirina mîhrîcanê de komîteya amadekar ji zêdetirî mehekê ve ji bo pêşkêşkirina xebatên stran û wêneyên hunerî hate avakirin û komîte ji endamên navenda çand û hunerê pêk tê.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El Elaya wiha got: "Dê di roja yekemîn a mîhrîcanê de komên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek stranên pêşkêş bikin, her wiha dê pêşangeh wêneyên hunerî were lidarxistin."

El Elaya wiha domand: "Dê mîhrîcan bi toraneke hunerî û leşkerî ji hêla hêzên leşkerî û ewlehî ve were destpêkirin."

El Elaya wiha bi dawî kir: "Hemû çalakî û xebatên mîhrîcanê dê li ser dikeya şehîd Musena Ebdulkerîm a nû ku beriya demekê hate sererastkirin, li dar bikevin."

Dê çalakiyên mîhrîcanê ji saet 04:30 êvarê heta bi 06:30 êvarê dest pê bikin.

(fr)

ANHA