Şêniyên Til Koçerê şehîd Bêrîtan bi bîr anî

Bi dehan şîniyên navçeya Til Koçerê bi meşekê têkoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan) bi bîr anî û soza şopandina şehîdên têkoşer heta pêkanîna azadiyê da.

Şêniyên Til Koçerê şehîd Bêrîtan bi bîr anî
26 cotmeh, 2022   13:13
QAMIŞLO

Bi dehan welatî li ber têketina Til Koçer kom bûn û meşek ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan, tevî hildana wêneyên şehîd Bêrîtan û wêneyên rêber Ocalan, li dar xist.

Meş li sûka navendî ya navçeyê gerî û diruşmên "Bimire îxanet", Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Li gel Şaredariya Gel a Til Koçerê meş vegerî mîtîngê. Piştre endama rêveber a Kongra Star a Til Koçerê Xewle El Elî axivî û wiha got: "Şehîd Bêrîtan sembola jina berxwedêr e ku di dirêjahiya salan de ji bo azadiyê têkoşiya, da ku edaletê ji hemû jinan re pêk bîne."

Xewle El Elî wiha bi dawî kir: "Em jin, me soz da ku li ser şopa hemû şehîdên têkoşer bimeşin." 

Meş bi diruşmên "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.

ANHA