​​​​​​​'Malbata Barzanî rojane bêhtirî 170 hezar bermîl petrol derbasî Tirkiyê dike'

Endamê berê yê Komîteya Petrol û Enerjiyê da zanîn ku malbata Barzanî rojane zêdetirî 170 hezar bermîl petrol ji bîrên Kerkûk û Nînewayê werdigire û derbasî Tirkiyê dike.

​​​​​​​'Malbata Barzanî rojane bêhtirî 170 hezar bermîl petrol derbasî Tirkiyê dike'
26 cotmeh, 2022   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê berê yê Komîteya Petrol û Enerjiyê Xalib Mihemed diyar kir ku malbata Barzanî bîrên petrolê yên li Nînewa û Kerkûkê kontrol dike û dahatên wê werdigire, her wiha malbata Barzanî rojane zêdetirî 170 hezar bermîl petrol ji wan 2 parêzgehan werdigire.

Mihemed ji ajansa El Malûme ya Iraqê re got, "Li parêzgeha Kerkûkê 5 bîrên petrolê hene û beşek ji wan di bin kontrola malbata Barzanî de ye. Ya herî girîng jî bîra Xormele ye ku rojane jê 170 hezar bermîl ji bo şîrketa Kar a girêdayî Nêçîrvan Barzanî werdigirin."

Mihemed wiha domand: "Bîrên din ên li parêzgeha Kerkûkê girêdayî Hikumeta Federal in, lê parçeyek ji petrola wê bi rêyên qaçax derbasî Kurdistanê dibe, ew jî bi qaçaxî derbasî Tirkiyê û dewletên din dike."

Mihemed eşkere kir ku ji bilî kontrolkirina bîra Xormele ya li Kerkûrê ji hêla malbata Barzanî ve, ew bîra Sefiyê yê li Mûsilê jî kontrol dikin û rojane 4-6 hezar bermîl petrol dide û dahatên wê ji malbata Barzanî re diçe.

(fr)