Di dema binçavkirinê de îşkence li rojnameger Berîvan Altan kirin

Rojnameger Berîvan Altan bi parêzerê xwe re axivî û anî ziman ku ji bo polîs dîmenên wê bigirin jê re wiha gotine: “Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe.”

Di dema binçavkirinê de îşkence li rojnameger Berîvan Altan kirin
26 cotmeh, 2022   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Qedexeya li ser hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên wan 11 nûçegihanên Ajansa Mezopotamya û JinNewsê îro bi dawî bû. Parêzer piştî 24 saetan bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin.

Parêzerên bi rojnamevan Bêrîvan Altan re hevdîtin kirine anîn ziman ku Bêrîvan ji her kesê ku piştevanî dane wan re sipasiyên xwe şandiye. Bêrîvan destnîşan kir ku polîsan di serdagirtina malê de destên wê ji pişt ve kelemçe kirine û îşkence lê kirine. Her wiha destnîşan kir ku polîsan ji bo kêliyên binçavkirinê plansaziyekê kirine. Bêrîvan da zanîn ku polîs li ber derê malê demeke dirêj hatine sekinandin, ji polîsan re êlek anîne û jê re gotine ku “Em ê serê te bitewînin, zehmetî dernexe.” Lê belê Bêrîvan Altan anî ziman ku wê ev yek qebûl nekiriye.

Bêrîvan Altan destnîşan kir ku bi darê zorê xwestine serê wê bitewînin û dema ku wê dibirin Midûriyeta Polîsan jî telefon ji polîsên wê binçav kiribûn re hatiye û dîmen ji wan xwestine.