Eşîrên Kurd û Ereban bang kir: Li dijî sûcên dagirkeriya Tirk bikevin tevgerê

Şêx û rûspiyên eşîrên herêma Firatê êrişên kîmyewî yên li dijî gerîla şermezar kirin û bang li eşîrên li Rojhilata Navîn, Komkara Erebî, medya erebî û navneteweyî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê bêdeng nebin.

Eşîrên Kurd û Ereban bang kir: Li dijî sûcên dagirkeriya Tirk bikevin tevgerê
26 cotmeh, 2022   11:17
KOBANÊ

Bi dehan rûspî û şêxên eşîrên Ereb û Kurdan li avahiya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ya li Kobanê civiyan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê nîqaş kirin, bi taybet êrişên kîmyewî yên dawî ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê pêk hatine û di encamê de 17 gerîla şehîd bûbûn.

Piştî civînê, rûspiyên eşîran daxuyaniyek da û helwesta xwe li hember êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk nîşan da.

Şêxê eşîra Imêrat, Hemîd Îbrahîm El Hemîd bi zimanê erebî daxuyanî xwend û wiha got: "Ji sedsalan ve dewleta Tirk siyaseta qirkirin û komkujiyan li dijî gelan (Ermen, Suryan, Kurd û EReb) dimeşîne; wekî qetilkirinê, koçberkirin û guhartina demografîk, da ku hebûna xwe îsbat bike.

Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide gelê Kurd û gelê herêmê bi rêya siyaseta înkarkirinê û têkbirina her kesê dijberî xwe, her wiha bi rêya siyaseta yek al, yek ziman û yek neteweyî, têk bibe. Ji xwe re destwerdana li kar û barên dewletên cîran û derxistina krîzan di çarçoveya pêkanîna xewna xwe ya vegerandina împratoriya nexweş û Mîsaqî Millî li ser hesabê gelê herêmê, rewa dike. Li hêzên gerîla û projeya neteweya demokratîk li pêş xwe pêkanîna berjewendiyên xwe yên berfireh astengiyeke bingehîn dibîne. Ji lew re hemû cureyên çekên û yên qedexekirî li dijî vê hêz û rêveberiyê bi kar tîne.

Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk çekên qedexekirî bi kar tîne, berê gelek caran û li gelek cihan li pêş çavên hêzên navneteweyî û bêdengiya rêxistinên mirovî yên têkildarî bi kar anîn.

Em rûspî û şêxên eşîrên herêma Firatê vê sûcê şermezar dikin û dewletên li ser Peymana Lahay û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî di şeran de îmze kirine berpirsiyar dibînin.

Em bang li hêzên navneteweyî dikin lêpirsîneke zelal û yekalî li herêmên çekên qedexekirî tên bikaranîn pêk bînin û tedbîrên lez li dijî dewleta Tirk bigirin, da ku sûcên şer û sûcên dermirovî zêde nekin.

Her wiha em bang li tevahî eşîrên li Rojhilata Navîn, saziyên navneteweyî, hikumet, Komkara Erebî, tevahî rewşenbîr, siyasetmedar û demokrasîxwazên Ereb û Kurd dikin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk ên dermirovî bikevin tevgerê û cezayan li wê bibirin.

Di dawiyê de em bang li dezgehên çapemeniyê yên erebî û navneteweyî dikin ku bi bêdengiya xwe nebin hevkarên sûcên dewleta Tirk  û bi erkên xwe yên pîşeyî yên teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk ên li hember gelê Kurd û gelên herêmê, rabin."

(fr)

ANHA