Desteya Tenduristiyê: Divê dewleta Tirk ji ber sûcên şer bê darizandin

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya navneteweyî şermezar kir. Her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ku sûcên Tirkiyê teşhîr bikin û hikumeta Erdogan radestî dadgehên navneteweyî bikin.

Desteya Tenduristiyê: Divê dewleta Tirk ji ber sûcên şer bê darizandin
26 cotmeh, 2022   10:42
 QAMIŞLO

Îro, Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên bi çekên kîmyewî û bêdengiya navneteweyî li hember wan êrişan, daxuyanî da.

Hevserokê desteyê Xalid Dawûd daxuyanî xwend, hejmareke endamên yekitî û saziyên sivîl û tenduristî yên herêma Cizîrê jî tev lê bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji beriya demekê de êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk li dijî Hêzên Parastina Gel yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûne û wiha dewam kir: “Di êrişan de çekên di qada navneteweyî de hatine qedexekirin tên bikaranîn. Li gelek deverên cîhanê li hember bikaranîna van çekan bertek zêde dibin. Li welatên cuda, ev binpêkirinên li dijî gerîlayên HPG`ê bi rêya xwepêşandanên rojane, daxuyanî û çalakiyên din tên protestokirin. Bang tê kirin ku têkildarî vê mijarê lêpirsînên cidî bên kirin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê (IPPNW) ku navenda wê Viyana ye bi rêya ajansa Reutersê di dema serdana xwe ya Iraqê û 'Herêma Kurdistanê' de raporek belav kir û wiha pê daket: “Li gorî hemû delîlan, bikaranîna çekên qedexekiriî ji aliyê artêşa Tirk ve hat piştrastkirin. Ev yek berovajî îdiayên wan e ku van çekan bi kar nayînin.”

Di dewama daxuyaniyê de êrişên hovane yên bi çekên kîmyewî û qedexekirî, her wiha bêdengiya navneteweyî li hember bikaranîna wan hat şermezarkirin.

Bang li hêz û rêxistinên navneteweyî yên têkildar hat kirin ku van binpêkirinan teşhîr bikin û hikumeta Erdogan ji ber pêkanîna sûcên şer û qirkirina gelê Kurd û gelên herêmê radestî dadgehên navneteweyî bikin û darizînin.

Fermandariya Biryargeha Navneda Parastina Gel (NPG) di 18`ê Cotmehê de nasnameyên 17 gerîlayên ku di êrişên dagirkeriya Tirk ên bi çekên kîmyewî de şehîd bûbûn, eşkere kiribûn û destnîşan kiribû ku ji ber bêdengî û piştevaniya navneteweyî ji van êrişan re, êrişên kîmyewî zêde bûne.

ANHA