Şêniyên Eyn Îsayê li dijî êrişên kîmyewî derketin

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîla û bêdengiya navneteweyî xwepêşandan kir.

Şêniyên Eyn Îsayê li dijî êrişên kîmyewî derketin
26 cotmeh, 2022   10:16
 EYN ÎSA

Xwepêşandan li ser bangewaziya Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî ji çerxerêya Dîgan ê başûrê navçeya Eyn Îsayê dest pê kir li Çerxerêya Şehîd Cûdî veguherî mitîngê

Xwepêşandêran dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana QSD”, “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Na ji bêdengiya navneteweyî re” berz kirin.

Di mitinga li çerxerêya şehdî Cûdî de li dar ketiye, berdevkê Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Girê Spî Mecid Husam axivî û got: Em vê kiryara tirsonak û derexlaqî şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya hêzên navneteweyî li hember vê sûcê şermezar dikin û bêdengiya delîl e ku ew şirîkê dewleta Tirk in.

Husam bang li hemû gelên herêmê kir ku bibin yek û piştgiriya berxwedana gerîla û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin ku herêmê ji şerê hovane yê dewleta Tirk a dagirker diparêzin.

Her wiha hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Eyn Îsayê Sebrî Nebo jî diyar kir ku sûcên dagirkeriya Tirk ên li djiî şervanên azadiyê ne nû ne û wiha pê de çû: “Ev yek ji ber têkçûna wê ye, nexasim piştî ku têkoşîn û parastina rewa ya gerîlayan li hember amûrê kuştin û rûxandinê yê dewleta Tirk bilind bû.”

Nebo tekez kir ku bêdengiya hêzên navneteweyî li hember bikaranîna çekên kîmyewî, îdiayên wê yên tevgerkirina li gorî qaûnên navneteweyî yên têkildarî qedexekirina bikaranîna van çekan, derew derdixe.

Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA