'Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê li hember planên mêtingeriyê bisekine'

Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk şerê Bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû rêbazan dike da ku ewlehiya herêmê tune bike. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk ji bo nirxên civakê têk bibe, narkotîkê bi kar tîne. Hemrîn Elî got Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê li hember hemû planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk bisekinin.

'Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê li hember planên mêtingeriyê bisekine'
26 cotmeh, 2022   09:36
HESEKÊ –SILAVA EBDUREHMAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin duh bi dirûşma “Bi hêza Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin em ê xeta xiyanetê têk bibin û ala azadiyê bilind rakin” kongreya xwe ya 3`yemîn bi beşdariya 600 delegeyan li dar xist.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê, endamên Koordînasyona Kongra Star û nûnerên saziyên civaka sivîl tev li kongreyê bûn.

Der barê kongreyê de, hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Hemrîn Elî ji ajansa me re axivî û behsa astengî, zehmetiyên li pêşiya hêzê derketine û pêşketinên ku pêk anîne û hewldanên dagirkeriya Tirk ji bo têkbirina ewlehiya herêmê kir.

Hemrîn Elî destpêkê wiha axivî: “Me di kongreya xwe de kar û xebatên desteyê, astengiyên li pêşiya me derketine, nîqaş kirin. Her wiha me plansazî ji bo dema bê danî, rêziknameya desteyê nû kir da ku kar û xebatên xwe bi awayekî çalaktir bimeşînin.

Hemrîn Elî wiha pê de çû: “Desteyê di 3 salan de kar û xebatên xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşand. Ji bo hemû jinên civakê bûn bingeh, li ser vê bingehê, gihaşt asteke bilind. Akademiyên taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin hatin vekirin. Gelek beş hatin aktîfkirin. Fakulteyên gihandina efseran hatin vekirin. Asayîşa Jin jî gavên mezin û girîng avêtin ji bo avakirina hêzeke bingehîn di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de.”

Her wiha Hemrîn Elî got: “Êdî Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bûye hêza ku li hember dijmin disekine û hemû planên şerê taybet ê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk dibe, nexasim êrişên li ser jinan.”

Têkildarî astengî û zehmetiyan ku li pêşiya hêzê derketine de Hemrîn Elî wiha got: “Kar û xebatên me firehtir dibin. Derfetên ku di şoreşê de kêm man, jin hewl didin wê derbas bikin. Li aiyekî din ji bo têkbirina zîhniyeta baviksalar pêwîstiya jinan bi hêz û vîneke xurt heye.”

Girêdayî êrişên dagirkeriya Tirk ku bi rêya balafirên bêmirov Hemrîn Elî got: “Dewleta Tirk ewlehiya herêmê dike hedef da ku tevliheviyê çêke. Ji bo têkbirina vîna jinan jî, jinên pêşeng dike hedef.”

Hemrîn Elî ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber ku destkeftiyên bêhempa û dîrokî bi dest dixin, jin bûne armanca dagirkeriya Tirk. Koalîsyona Navneteweyî berpirsa herî mezin ê van êrişan e ku rojane li dijî herêmê pêk tên.”

Her wiha Hemrîn Elî diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin amade ne li hember hemû astengiyan û gefan bisekinin û got: “Delweta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan şerê me dike. Ji aliyekî ve bi rêya balafirên bêmirov û biçek û êrişên li dijî hin herêmên sînorî yên bi çekên giran, ji aliyê din ve jî bi rêya şerê taybet. Ew narkotîkê û fihûşê li herêmê belav dike û ajan û sîxuran çêdike, da ku nirxên gel têk bibe. Ji ber wê, em hewl didin li hember van planên dagirkeriya Tirk bisekinin. Em wê yekê bi rêya destgîrkirina wan kesan, şopandina wan, desteserkirin û şewitandina madeyên hişbir û rêgirtina li fihûşê dikin.”

Hemrîn Elî got Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn êdî bûne mînak û wiha dewam kir: “Em binpêkirin û sûcên li dijî jinan û civakê bi giştî li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine, dibînin. Dagirkerî hewl dide herêmên ewle bike hedef, da ku aramî û îstiqrara me xira bibe.”

Hemrîn Elî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kongre û encamên wê, dê ji pêvajoya dîrokî re ku herêm tê re derbas dibin, bibe bersiv. Divê gelê me bi hêzên parastinê re hevkar bin da ku rê li pêşiya gefên li ser herêmê bigirin. Destkeftiyên şehîdan biparêzin û li hember planên mêtingeriyê yên Tirkiyê bisekinin.”

ANHA