Kongra Star: Jîna Emînî sembola têkoşîna li dijî desthilatdariyê ye

Kongra Star jina ciwan Jîna Emînî di çilrojiya qetilkirina wê de bibîr anî û destnîşan kir ku ew piştgiriya gelên serhildêr ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin. Kongra Star bang li jinan kir ku dakevin qadan û têkoşînê li hember pergala dijberî jinan, mezin bikin.

Kongra Star: Jîna Emînî sembola têkoşîna li dijî desthilatdariyê ye
26 cotmeh, 2022   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star di çilrojiya qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî de daxuyaniyek da û got: “Serhildanên ji zêdetirî mehekê ve piştî qetilkirina jina kurd Jîna Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve li dar ketin, berdewam in.

Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê serhildan belav bûn, gel daketin qadan û sûcê rejîma Îranê bi berzkirina “Jin jiyan azadî” şermezar kirin. Wek bahoz û volkanê li her derê cîhanê belav bû. Di encama wê şoreşê de, gel şoreşa xwe ya li hember desthildarên çewisandinê domand.

Lê di encamê de bi sedan ciwan û jinên ciwan ên îranî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan serhildêr hatin girtin. Ruxmî wê jî, lê serhildêran bi taybet jinên îranî, bi cesaret berxwedana xwe ya li hember rejîma zordest a xwîndar berdewam kir û çewisandina li ser tê kirin, red kir.

Em kiryarên rejîma melalî şermezar dikin û piştgiriya daxwazên rewa yên gelên Îranê dikin.

Jinan roleke dîrokî di qadên şer de lîst û bûn pêşeng û xwedî vîn. Ji ber wê jina zana û azad dikin hedef. Sûcên li dijî jinan tên kirin, berdwama fikrê tarî yê li herêmê belav e.

Heta jiyaneke azad û bi rûmet peyda nebe, divê jin û mirovahî bi giştî li hember fikrê tarî li ber xwe bide. Divê jin dakevin qadan û têkoşînê li gorî rêgeza jina azad li hember pergala dijberî jinan, mezin bikin.”

ANHA