Roja 4`an a Pêşangeha Şehîd Herekol bilidarxistina çalakiyên hunerî bi dawî bû

Roja 4`an a 6`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi îmzekirina pirtûkekê li ser dîroka kurdan, lidarxistina pêşbirkên çandî û çalakiyên hunerî bi dawî bû.

Roja 4`an a Pêşangeha Şehîd Herekol bilidarxistina çalakiyên hunerî bi dawî bû
25 cotmeh, 2022   18:13
QAMIŞLO

Îro gelek kesayetên siyasî, hunerî û rewşenbîrî serdana pêşangeha pirtûkan a şehîd Herekol kirin.

Di roja 4`an de, di beşa weşanxaneya Şilêr de, şahiya îmzekirina pirtûka bi zimanê kurdî bi navnîşan "Dîroka kurdan di Sûriye de, beşa duyem" a nivîskar Faris Osmam hat lidarxistin û pirtûk bêpere li ser mêvnan hat belavkirin.

Di pêşangehê de pêşbirkeke çandî ji aliyê nivîskar Ebûd Mexso ve hat lidarxistin û tê de pirsên dîrokî û çandî hatin pirskirin.

Roja 4`an bi lidarxistina şahiyekê bi dawî bû ku hunermend Kawa Kalo beşdar bû.

Pêşangeh ji seat 10:00`an heta 20:00`an tê vekirin. Her wiha biryar e ku pêşangehê heta 29`ê Cotmehê bidome

 (dm)

ANHA