Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 234 xwepêşander hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê diyar kir di xwepêşandanên ku zêdetirî meheke li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin de, heta niha herî kêm 234 kes hatine kuştin û ji wana 29 zarok in.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 234 xwepêşander hatine kuştin
25 cotmeh, 2022   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê bîlançoya nû ya qurbaniyên xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.

Rêxistinê diyar kir ku li gor agahiyên li ber destê wan heta niha di xwepêşandanan de herî kêm 234 kes hatine kuştin, ji wana 29 kes temenê wan di jêr 18 saliyê de ne.

Li gor amarên rêxistinê, heta niha li 21 parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê kuştina xwepêşandêran hatine tomarkirin, herî zêde jî li parêzgehên Sîstan û Belûcîstan, Mazenderan, Tehran, Gîlan û Sine xwepêşander hatine kuştin.