​​​​​​​Jin di nava sûcên pergala baviksalar de ne - Hêvîdar XALID

​​​​​​​Jin di nava sûcên pergala baviksalar de ne - Hêvîdar XALID
25 cotmeh, 2022   23:48

Di dema dawî de li herêma Rojhilata Navîn diyardeya qetilkirina jinan û tundiya li ser wan zêde bûye. Qatil jî “hezkirî” ne ku jin wan qebûl nakin. Jinên ku zewaca bi zorê qebûl nakin, dibin qurbanî. Di vê hefteyê de sûcên wisa li keçan hatin kirin, lê wekî bûyereke ji rêzê di çapemeniyê de derbas dibin, lê sedema qetilkirin û armancên wan nehatin parvekirin. Tevî ku diyardeya tundiyê li ser jinan xetereyeke mezin li ser jinan û civakê çêdike, lê hesab ji qatilan nayê pirsîn û edalet ji bo qurbaniyan nayê pêkanîn.

Sûcê herî dawî, li taxa Mezê ya Şamê bû. Ciwanekî keçek bi kêrê qetil kir. Heman bûyer li parêzgeha Bor Seîd a Misirê jî rû da ku ciwanekî hezkiriya xwe li pêşiya xelkê xeniqand, ji ber ku qebûl nekir pê re bizewice. Sûcên wiha li 3 deverên din ên Misirê jî hatin kirin.

Gelek sûcên bi vî rengê têne kirin. Ya herî hov qetilkirina ciwana bi navê Nîra Eşref bû ku bi navê “keça Mensûrayê” hat naskirin. Nîra Eşref ji aliyê hevalekî xwe ve li Fakulteya Mensûrayê hat qetilkirin, ji ber ku qebûl nekir jê hez bike. Her wiha ciwana bi navê Selma Mihemed Behcet li Fakulteya Ragihandinê ji aliyê hevalekî xwe ve hat qetilkirin, ji ber ku Selma û malbata wê nêzîkatiyên wî kesî qebûl nekirin. Li Cezaîrê jî bi taybet li eyaleta Tîzîwezo ciwanek ji aliyê mîrekî ve hat şewitandin, ji ber ku qebûl nekir pê re bizewice. Li parêzgeha Ib a Yemenê bavekî bi tundî li keça xwe da û di dawiyê de ew bi guleyê qetil kir, ji ber ku keça wî xwest di şahiya dawetekê de hazir be.

Ev sûc li ber çav û guhê cîhanê dubare dibin û rojane dibin manşetên rojname û nûçeyan. Lê ev mijar li gorî ku tê xwestin, nabe rojev. Tevî vê yekê em tu kesî nabînin ku li hemberî tundiya li ser jinan dengê xwe bike. Hemû binpêkirinên dermirovî û derexlaqî yên ku li ser jinan têne kirin rastiyên bingehîn ên ku bi pêkhatina zîhniyeta civakên rojhilat de ji me re eşkere dikin ku divê jin çi ji wan werin xwestin, pêk bînin û eger red bike an dê tundî li ser wan werin kirin an dê werin qetilkirin, bêyî ku tu kes hesabê vê yekê bipirse. Zewicandina jinan bi darê zorê tişta herî biçûk e ku adet û kevneşopên paşverû li ser wan ferz kiriye. Eger jin qanûnên ku li ser wan hatine ferzkirin red bikin, dê aqûbeta wan mirin be, ku digihêje asta kuştina bi rêya serjêkirin an jî şewitandinê.

Kesên ku bi navê hezkirinê van sûcan dikin, hewl didin xwe li ser jinan ferz bikin û azadiya wan a diyarkirina hevjînê xwe asteng bikin. Derdikeve holê ew kesên sûcan dikin nexweşiyên derûnî bi wan re hene û hezkirina desthilatdarî û milkiyetê bi wan re heye.

Kesên ku van sûcan li dijî jinan dikin, dixwazin bêhtir binpêkirinên ku koka wan vedigerin sîstema qirêj a kapîtalîzmê, pêk bînin û azadiya jinan asteng bikin, wan di aliyê rih û fikir de bikin kole, rûmeta wan binpê bikin, nasname û cewherê wan reş bikin, wan veguherînin alava çêkirina zarokan. Her wiha dixwazin nefesa jinan biçikînin û wan bê çare bikin û rêya qanûnên xwe bihêlin ku civak bi tevahî li gorî van qanûnan tev bigerin ku mafê wekheviyê paşguh bikin.

Pergalên hegemon jinan wekî kelem li pêşiya mayîndekirina hegemonyaya xwe dibînin. Ev yek li Îranê derket holê ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê desthilata Îranê ve xwepêşandanan dest pê kir. Piştî Jîna Emînî jina ciwan Îsraa Penahî ya 16 salî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li bajarê Erdebîl ê bakurê rojavayê Îranê hat qetilkirin, ji ber ku qebûl nekir sirûda neteweyî ya rejîma Îranê bêje.

Li rojhilata me ya aloz jin, li mal, kolan, cihê kar û deverên giştî di aliyê îdeolojîk û fîzîkî de azaran dikişînin. Ev hemû berhemên pergalên baviksalar ên serdest in ku civakê ber bi reftarên nedurist ve bi rê ve dibin da ku jinan bê îrade bihêlin.

Pirsgirêka tundiya li ser jinan bûye mîna nexweşiyeke xetere û li hember binpêkirinên dermirovî yên plankirî bêdengî heye. Ji bo rêgirtina li ber tundiyê divê xebateke hiqûqî û qanûnî û rêxistinî were meşandin. Her wiha divê jin xwe bi rêxistin bikin, bernameyên xweperwerdekirin û komxebatên bi mijara rêgirtina li ber qetilkirina jinan û tundiya li ser wan pêk bînin. Em di civakeke welê de ne ku hîna gelek kes daxwazên jinan ên jiyanê wekî tiştekî keyfî dibînin.

Di dawiyê de bêyî tunekirina têgehên ku jinan û têkoşîna wan biçûk dixin û bêyî xebateke ku zilm û zextê li ser jinan bi dawî neynin, civak ewle, azad û wekhev nabe.