Hikumeta Şamê careke din ambargoya li ser Şehbayê şidand

Hikumeta Şamê careke din ambaroya li ser kantona Şehbayê giran kir û rê nade ku madeyên sotmeniyê, xwarin û tenduristiyê derbasî kantonê bibin.

Hikumeta Şamê careke din ambargoya li ser Şehbayê şidand
25 cotmeh, 2022   12:49
ŞEHBA

Ji derdora 5 salan ve hikumeta Şamê ambargo li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û nahêle madeyên tenduristiyê, xwarin û sotemenî derbas bibin. Li Şehbayê bi hezaran koçberên Efrînê di kampan û malên kavilkirî de dimînin ku bi ambargoyê bandor dibin.

Bi hatina zivistanî re hiumeta Şamê ambargo giran dike da ku şêniyan ji wergirtina madeyên sotemeniyê û yên pêwîst bê par bihêle.

Hemwextî vê yekê komên çekdar ên li bajarokên Nibul û Zehrayê nahêlin şêniyên Efrînê biçin bajarê Helebê da ku pêwîstiyên xwe bi cih bînin.

Ji ber ambargoyê û tunebûna mazotê ya ji bo xebitandina jenartoran, Şaredariya Gel a Herêma Efrînê neçar ma ku saetên dayîna kehrebeyê ji 6 daxîne 3 saet û nîvan.

Hêjaye bi bîrxistinê ye ku heger werin peydakirin bihayê lîtreyeke mazot li Şehbayê digihêje 7 hezar lîreyên Sûriyê û bihayê lîtreyeke benzîn  bû 9 hezar lîreyên Sûriyê.

ANHA