​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî

Şêniyên Qamişloyê bi boneya salvegera 30’emîn a şehadeta şehîd Bêrîtan bi serkêşiya Kongra Star çalakiyên cuda li dar xistin.

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
​​​​​​​Şêniyên Qamişlo şehîd Bêrîtan bi bîr anî
25 cotmeh, 2022   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 30’yemîn a şehadeta şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) e ku çalakiya fedaî li dijî îxaneta PDK’ê û tevkariya wê di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gerîla de sala 1992’yan de pêk anîbû.

Şehîd Bêrîtan heta guleya dawî şer kir û piştî cebilxaneya wê nema, da ku nekeve destê hêzên PDK’ê, xwe ji zinarekî avêt xwarê.

QAMIŞLO

Ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan, Kongra Star meşeke girseyî li Qamişloyê li dar xist û bi sedan şênî, endamên rêxistinên jinan, endamên PYD’ê û saziyên civaka sivîl lê amade bûn.

Meşê ji taxa Kornîş a Qamişloyê tevî hildana wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Bêrîtan û şehîdên êrişa kîmyewî, dest pê kir.

Dema şênî gihaştin ber avahiya Komseriya Kar û Barên Koçberan a NY’yê deqeyekê rêz girt. Li vir hevseroka Şaredariya Gel a Qamişloyê Emel Şemdîn axivî û wiha got: "Meşa me ya îro ne tenê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan e, lê belê ji bo ku em peyama xwe bigihînin rejîmên faşîst û destpot ku em di rêya edalet, wekhevî û berxwedanê de heta pêkanîna azadî û jiyaneke birûmet ku şehîd Bêrîtan, Zîlan û bi hezaran têkoşerên din nexşe kirin, dewam dikin."

Emel Şemdîn wiha domand: "Nêzî mehekê ye me şehîd Hevrîn Xelef ku êdî bûye nimûneya jina Kurd a siyasetmedar bi bîr anî. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî bû çirûska destpêka şoreşa jinan li Rojhilat û dengê wê li tevahî cîhanê veda. Ev jinên Kurdistanê û Rojhilata Navîn in ku jiyaneke azad û birûmet ji fedakariyên mezin diafirînin."

Emel Şemdîn îşaret bi hedefgirtina pêşengên şoreşê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, kir û wiha pê de çû: "10 sal e dagirkeriya Tirk fermandar û têkoşerên destkeftiyên mezin dike hedef. Dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku şoreş bi pêşengiya jinan dewam dike, ji lew re dike hedef.”

Emel Şemdîn wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em dev ji xaka xwe bernadin û nahêlin fedakariya zarokên me badilhewa biçe. Bê guman serkeftin dê para me be."

Li aliyekî din jî endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîm Dada wiha got: "Şehadeta Bêrîtan bandoreke mezin li şoreşa me kir. Beriya 30 salî artêşa jinan hate damezirandin û bû xwedî hêzeke leşkerî ya taybet.”

Rîm Dada wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker hewl da bi hemû cureyên çekên pêşketî û kîmyewî hêzên gerîla hedef bigire. Lê cîhan dizane gerîla vîna gel e."

AMÛDÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ig6espL-R4k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên navçeya Amûdê ya Qamişloyê meşeke girseyî li dar xist. Meşê li Qada Jina Azad a dest pê kir.

Meş li Qada Şehîd Cîhad a li naverasta navçeyê vegerî mîtîngê. Li wir endama Kongra Star a Amûdê Şehnaz Îbrahîm axivî û îşaret bi çalakiya fedaî ya şehîd Bêrîtan a 25’ê Cotmeha 1992’yan a li dijî îxaneta PDK’ê kir.

Şehnaz Îbrahîm got: "Berxwedana gerîla û têkoşîna wan li dijî dagirkeriya Tirk zindîkirina ruhê berxwedana şehîd Bêrîtan e."

TIRBESPIYÊ

Bi dirûşma "Li ser xeta şehîd Bêrîtan em li dijî xeta xiyanetê tê dikoşin" bi sedan şênyên navçeya Tirbespiyê bi meşekê şehîd Bêrîtan bi bîr anî.

Meş li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Bêrîtan û pankartên “Li ser xeta şehîd Bêrîtan em li dijî xeta xiyaneta PDKʹê tê dikoşin" hatin hildan.

Meş li naverasta navçeyê sekinî. Li vir endama rêveber a Kongra Star Medya Xelîl axivî û diyar kir ku komplo û xiyaneta li gelên herêmê heta roja îro dewam dike.

Medya Xelîl anî ziman ku şehîd Bêrîtan li dijî komplo û xeta xiyanetê bû sembola azadiya jinan û wiha pê de çû: "Xiyaneta PDKʹê hîna dewam dike. Me ev yek di hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a dagirker di êrişên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd û gerîla de dît."

Medya Xelîl di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê xeta şehîd Bêrîtan bidomînin û li hemberî dagirkerî û xeta xiyanetê bisekinin.

DÊRIK

Bi heman boneyê bi dehan endamên Kongra Star a navçeya Dêrikê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle kom bûn û şehîd Bêrîtan bi bîr anî.

Di civînê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Bêrîtan hat pêşandan. Endama rêveber a Kongra Star a Dêrikê Binefş Şahîn bal kişand ser xeta xiyanetê û got: "Zîhniyeta xiyanetê ya li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Xayîn hîna destekê didin êrişên dagirkeriya Tirk."

Binefş Şahîn qala têkoşîna şehîd Bêrîtan a li hemberî xiyanetê kir û got: "Şehîd Bêrîtan ji zarokatiya xwe ve xwedî rihekî welatparêz bû. Di dibistanan de qebûl nedikir ku diruşmeyên faşîzma dewleta Tirk berz bike. Bi îradeya xwe ya ji pola li hemberî xayînan sekinî, teslîmbûn qebûl nekir û heta dawî li hemberî xiyaneta pêşmergeyan li ber xwe da. Di kesayeta şehîd Bêrîtan de rastiya jina azad a ku teslîmkariyê qebûl nake, derket holê. Bi şehadeta wê re rihê têkoşîna li hemberî xiyanet û faşîzma dewleta Tirk geş bû û li cîhanê deng veda. Li ser vê bingehê jina Kurd bi têkoşîn û fedekariyên xwe yên li hemberî zihniyeta baviksalar li cîhanê deng veda."

Her wiha li Kampa Newroz a dikeve bakurê rojhilatê Dêrikê û gundê Birûc ê herêma Koçeratê jî çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de sînevîzyon li ser têkoşîna şehîd Bêrîtan hat pêşandan.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

(fr-bb)

ANHA