Li Hesekê bi hezaran bang kir: Bêdnegiya we hevkariya ji bo qirkirina me ye

Bi hezaran ji pêkhateyên kantona Hesekê bi dirûşmeya "Bêdengiya we hevkariya ji bo qirkirina me ye" li pêşiya baregeha Koalîsyona Navneteweyî xwepêşandan kirin û bêdengiya wan a li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê û çiyayên Kurdistanê şermezar kirin.

Li Hesekê bi hezaran bang kir: Bêdnegiya we hevkariya ji bo qirkirina me ye
Li Hesekê bi hezaran bang kir: Bêdnegiya we hevkariya ji bo qirkirina me ye
Li Hesekê bi hezaran bang kir: Bêdnegiya we hevkariya ji bo qirkirina me ye
Li Hesekê bi hezaran bang kir: Bêdnegiya we hevkariya ji bo qirkirina me ye
Li Hesekê bi hezaran bang kir: Bêdnegiya we hevkariya ji bo qirkirina me ye
Li Hesekê bi hezaran bang kir: Bêdnegiya we hevkariya ji bo qirkirina me ye
Li Hesekê bi hezaran bang kir: Bêdnegiya we hevkariya ji bo qirkirina me ye
Li Hesekê bi hezaran bang kir: Bêdnegiya we hevkariya ji bo qirkirina me ye
23 cotmeh, 2022   12:29
HESEKÊ

Îro bi hezaran pêkhateyên kantona Hesekê û navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê û partiyên siyasî bi dirûşmeya "Bêdengiya we hevkariya ji bo qirkirina me ye" li nêzî bendê kontrolê yê li bajarokê Tiwêna yê rojavayê Hesekê xwepêşananeke girseyî li dar xisitin.

Xwepêşandêran berê xwe dan baregeha Koalîsyona Navneteweyî ya li "Rawestgeha Wezîr" ya li ser rêya Hesekê-Dirbêsiyê da ku nerazîbûn nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan bidin..

Xwepêşandêran bi pêşengtiya Dayîkên Aştiyê pankartên bi nivîsên "Nebin hevkarê qetilkirina me û dagirkirina xaka me", "Bêdengiya we me dikuje" û "Bêdengiya we rê li ber qirkirinê vedike" û alên partiyên siyasî bilind kirin û dirûşmeyên ku banga berxwedanê û şermezarkirina êrişên dijmin dikin, hatin berzkirin.

Piştî ku xwepêşandêr gihiştin ber baregeha Koalîsyona Navneteweyî, xwepêşandan veguherî mitîngê. Di mitîngê de bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî li hember êrişên domdar ên dagirkeriyê yên li ser cografiya û şervanên Kurdistanê hat şermezarkirin.

Di mitîngê de hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah wiha axivî: "Êrişên li dijî herêmên me binpêkirina eşkere ya mafên mirovan e, destdirêjiya li ser tevahî mirovahiyê û li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye."

Semer wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker li ser xaka me qetilkirin, xirabkirin, şewtandin û koçberkirinê bi kar tîne. Koalîsyon û civata navneteweyî li hember kuştina kesên bêguneh, zarok û jinan li ku ne. Bêdengiya wan me û zarokên me dikuje. Êrişên dagirkeriya Tirk sedema vejandina DAIŞ`ê û vegera terorê ya li herêmên me ye."

Piştre şandeyekê berê xwe da baregeha Koalîsyona Navneteweyî û li ser bêdengiya wê ya li hember sûc, binpêkirin û êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê, muzakereyek protestoyê radestî wan kir.

Çalakî bi şermezarkirina êrişên dagirkeriy û bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û banga berxwedanê li gelê herêmê bi dawî bû.

(hs)

ANHA