Xwepêşandêrên li Qamişlo û Tirbespiyê: Gerîla gel e, gel gerîla ye

Şêniyên Qamişlo û Tirbespiyê bi xwepêşdanên cuda êrişên bi çekên kîmyewî yên dagirkeirya Tirk li dijî gerîla û bêdengiya navneteweyî li hember wê şermezar kirin. Her wiha tekez kirin ku ew eniyeke piştevaniya yekser a gerîla ne.

23 cotmeh, 2022   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) sêşema borî nasnameyên 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk li çiyayên Kurdistanê di Îlon û Cotmehê de şehîd bûne, eşkere kirin. Vê yekê hêrseke mezin di nava gel de çêkir.

Li dijî van êrişan û ji bo şermezarkirina bêdengiya civaka navneteweyî li hember wan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro li Qamişloyê xwepêşandan li darxistin.

Bi sedan şêniyên Qamişlo, yekitiyên girêdayî TEV-DEM`ê, PYD, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê beşdarî xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê ji kolana Qesir Nubala ya li rojhilatê bajêr dest pê kir. Tê de alên TEV-DEM`ê û yekitiyên wê, Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hatin bilindkirin.

Her wiha bênavber dirûşmeyên li dijî sûcên dagirkeriya Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin berzkirin û pankertên bi nivîsên “bêdengiya we me dikkuje, bêdengiya we rêya qirkirinê amade dike, nebin şirîk di kuştina me de, bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve sûcekî der mirovahî ye” hatin rakirin.

Xwepêşandan li Çerxerêya Sonî veguherî mitîngê. Li wir endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Mihemed Emîn Niêmî daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve nîşan dide ku ew hîna van çekan nû dike, çêdike û depo dike û bi vî rengî Peymana Parîsê ya 1993`an binpê dike û wiha dewam kir: “Sûcên dewleta Tirk a faşîst ên bi çekên kîmyewî li dijî kes û xwezayê pêk tîne, eşkere ne. Bi wê yekê eşkere qanûnên giştî yên navneteweyî û qanûnê mirovî binpê dike. Ev yek car din berdewamkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan û xistina PKK`ê di lîsteya terorê de bi bîr dixe. Her wiha rastiya rola hov a dewleta Tirk di qada navneteweyî de bi rêya kontrolkirina vebijêrkên navneteweyî û nebûna azadî û demokrasiyê îsbat dike.”

GERÎLA GEL E

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bawerî bi civaka navneteweyî ya femrî nabe, ku li aliyê dewleta Tirk a faşîst disekine û hate gotin: “Em bi serbilindî eniyeke piştevaniya yekser a hêzên gerîla ne. Gerîla gel e, gel jî gerîla ye.”

DAGIRKERIYA TIRK PÎVANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê jî xwepêşandek organîze kir. Ev xwepêşandan ji bo şermezarkirina bikaranîna dewleta Tirk a dagirker ji çekên kîmyewî re ku li dijî hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne. 

Xwepêşandan ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li rojavayê navçeyê dest pê kir û li nav bazara navendî geriya. Di xwepêşandanê de pankartên "Gerîla rûmeta me ye", "Dewleta Tirk bi çekên kîmyewî pîvanên navneteweyî binpê dike", "Na ji bêdengiya navneteweyî re", wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên Yekitiya Jinên Ciwan hatin bilindkirin.

Piştî ku xwepêşandêr gihiştin pêşiya navenda Kongra Star a rojhilatî navçeyê, ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Zeyneb Yûsif wiha axivî: "Hikumeta Erdogan ji ber ku çekên kîmyewî li dijî hêzên gerîla pêk anî  û dema dawî bû sedema şehadeta 17 şervanan, pîvanên navneteweyî, qanûnên civak û rêxistinên mirovî bin pê kiriye."

Zeyneb wiha lê zêde kir: "Hêzên gerîla ji bo rûmet û azadiya gelên herêmê şer dike."

Zeyneb bang li ciwanên tevahî pêkhateyan kir ku asta têkoşînê bilindtir bikin û li dijî planên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca qirkirina gelê herêmê, li ber xwe bidin. Her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku divê dawî li sûcên wê bên ku bi erêkirin û bêdengiya navneteweyî tên kirin.

Zeyneb Yûsif soza xwe ya hilanîna tola xwîna şehîdan, her wiha berdewamkirina têkoşînê li ser şopa wan heta pêkanîna armancên şehîdan nû kir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vmGVtTJRNJA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>