SOHR`ê têkildarî êrişa Îsraîlê li dijî Şamê agahiyên nû parve kirin

SOHR`ê got ku wan agahiyên nû der barê bombebarana Îsraîlê ya dawîn a li dijî gundewarê Şamê de bi dest xistine. SOHR`ê da zanîn ku di êrişan de pêdiviyên leşkerî yên di komkirina balafirên bêmirov ên biçek de tên bikaranîn, hatine rûxandin.

SOHR`ê têkildarî êrişa Îsraîlê li dijî Şamê agahiyên nû parve kirin
23 cotmeh, 2022   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA'yê ya ser bi hikumeta Şamê ve êvara Înê ragihand ku pergala berevaniya ezmanî ya hikumeta Şamê bersiva êrişa Îsraîlê ya bi mûşekan a li dijî Şamê û herêma başûr daye.

Çavkaniyekî leşkerî yê hêzên hikumeta Şamê bi daxuyaniyekê wiha got: "Duh êvarî saet di 23:03’an de Îsraîlê ji aliyê bakurê rojhilatî Gola Taberiya ve, êrişa bi roketan pêk aniye û hin baregehên li derdora bajarê Şamê kirin hedef. Pergala me ya perevaniya ezmanî bersiva mûşekan da û piraniya wan xistin xwarê. Di êrişê de tenê ziyanên madî çêbûn."

Îro jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) wiha got: "Me agahiyên nû der barê bombebarana dawî ya Îsraîlê li ser xaka Sûriyê bi dest xistin. Pêdiviyên leşkerî yên lojîstîk ên ji bo komkirina balafirên bêmirov ên biçek ku li Îranê hatine çêkirin de tên bikaranîn û li qada balafirgeha leşkerî ya Dîmasê li gundewarê rojavayê Şamê dihatin komkirin, di encama armanckirina wê ya rasterast ji aliyê Îsraîlê ve hatin rûxandin. Her wiha radarek û  beşekî balafirgehê hatin hedefgirtin. Lê heta vê kêliyê agahiyên li ziyanên canî nehatin bidestxistin.”

Tevî hebûna pergalên berevaniya ezmanî yên pêşketî yên Rûsyayê li Sûriyê jî, lê belê Îsraîl baregehên hikumeta Şamê dike hedef ku dibêje hêz û çekên Îranê li wir hene.

(hs)