Di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de çalakiyên cihêreng

Di roja duyemîn a 6`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de çalakiyên cihêreng hatin lidarxistin.

Di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de çalakiyên cihêreng
23 cotmeh, 2022   11:35
QAMIŞLO

Di roja duyemîn a pênagehê de, kesayetên siyasî, hunerî û rewşenbîr ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de amade bûn.

Di pêşangehê de, koma helbestan a binavnîşan "Maya hat kuştin" a nivîskar Ehmed El Yûsif ê ji Minbicê hat îmzekirin û bê pere li serdanvanên pêşangehê hatinn belavkirin.

Nivîskar di dîwana xwe de behsa dozên ciwanan û rêbazên çareserkirina wan dike.

Dê îro saet di 18:00`an de semînerek bi navnîşan Saziya çandê û rola wê di civakê de ji aliyê nivîskar Ebdulmecîd Xelef ve were dayîn. Piştre wê hunermend Alan Dirêî berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bike.

Pêşangeh duh li Qamişloyê bi tevlêbûna zêdetirî 50 weşanxane, pirtûkxane, saziyên çandê, navendên lêkolînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam, Heleb, Lazîqiyê, Iraqê û ji Başûr û Bakurê Kurdistanê, Misir, Tirkiyê, Belçîka û Ewropayê dest pê kiribû.

Di pêşangehê de hezar pitûk û 13 hezar sernavên pirtûkên çandê, dîrok, wêjeyî, siyasî û civakî hene. Her wiha tê de beşên pirtûkên zarokan û jinan hene. Ew pirtûk bi zimanên erebî û kurdî û bi zaravayên kurmancî, soranî û zazakî ne, her wiha bi zimanên suryanî û ingilîzî.

Pêşangeh ji saet 10:00`ê sibehê heta 08:00’ê êvarê vekirî dimîne. Tê payîn çalakiyên pêşangehê heta 29’ê vê mehê dewam bikin.

ANHA