Sûcên dagirkeriya Tirk li dijî xwezaya Efrînê berdewam in

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê siyaseta guhertina demografiyê li dijî xwezaya Efrîna dagirkirî didomînin. Di encamê de zirarên wêranker gihaştin xwezaya wê li gorî wêneyên ku ajansa me bi dest xistine.

Sûcên dagirkeriya Tirk li dijî xwezaya Efrînê berdewam in
Sûcên dagirkeriya Tirk li dijî xwezaya Efrînê berdewam in
Sûcên dagirkeriya Tirk li dijî xwezaya Efrînê berdewam in
Sûcên dagirkeriya Tirk li dijî xwezaya Efrînê berdewam in
23 cotmeh, 2022   10:46
 HELEB

Nûçegihanê me gelek wêne ji Efrîna dagirkirî bi dest xistin ku wêraniya bi xwezayê hatine diyar dikin. Çawa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundekî navçeya Mabeta ya kantona Efrînê dar bi awayekî ketober qut dikin.

Ji wêneyan diyar dibe ku rûberên fireh ên darên daristanî piştî qutkirina daran ji aliyê dagirkeran ve, bor bûne.

Bi alîkariya şêniyên navçeyê yên koçber bûne û şêniyên resen, nûçegihanên ajansa me wêneyên nû yên ji kantona hatin bidestxistin dan ber wêneyên kevin ên heman herêmê beriya ku were dagirkirin. Diyar bû ku wêne rast in.

Li gorî gelek çavkaniyan, berpirsê yekemîn ê qutkirina daran li navçeyê, çeteyên Cebhe El Şamiye û Lîwa Semerqend ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker e ku armanc dikin demografiya herêmê biguherin.

Li gorî qanûnên navneteweyî ev sûcên şer in ku divê hesab ji sûcdaran were pirsîn.

ANHA