​​​​​​​Lihevkirina Lubnan-Îsraîlê û bandorên wê li ser têkiliyên Îran û DYAʹyê

Lubnan û Îsraîlê nexşekirina sînorên deryayî qebûl kir û Hizbullahê ev lihevkirin erê kir. Gelo Hizbullah û Îranê çima ev lihevkirinê qebûl kir? Gelo dê bibe sedema nexşekirina sînorên bejahî di navbera her du aliyan de?

​​​​​​​Lihevkirina Lubnan-Îsraîlê û bandorên wê li ser têkiliyên Îran û DYAʹyê
23 cotmeh, 2022   06:11
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Lubnan û Îsraîlê li ser lihevkirina dawî ya nexşekirina sînorên deryayî, bi xwespartina li xeta 23’yemîn a li ser bingeha destpêkê ya dabeşkirinê, dewam dikin. Ew yek bi navbeynkariya nûnerê amerîkî Amos Hochstein û bi rola Fransayê ya eşkere pêk tê. Ya balkêş jî ku serokê DYA’yê Joe Biden ev hewldan bi peywendiyekê di 11’ê Cotmehê de bi serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn re tacîdar kir û ev lihevkirin pîroz kir. Beriya wê peywendî bi serokê hikumeta Îsraîlê Yair Lapid re ji bo heman armancê danî. Joe Biden di peywendiyan de girîngiya rêveberiya xwe û baldariya wê heta kêliyên dawîn ên serkeftina wê lihevkirinê anî ziman. Bi wê re çav li bandorên siyaseta vê lihevkirinê li ser hevsengiyên herêmê û rola Îranê ne.

Îranê girêdana di navbera dan û standinên wê yên nukleerî û siyasetên xwe yên herêmê de red kirin, anku rola xwe di avakirina cihên serweriyê li hundirê welatên Ereban de red kirin. Der barê Lubnanê de, Îranê da zanîn ku her lihevkirineke bi Îsraîlê re li ser nexşekirina sînorên deryayî windakirina stratejîk a projeya wê ya giştî ye. Bo nimûne, serkeftina Muqteda Sedr di hilbijartinên li Iraqê de û lihevkirina siyasî li Yemenê de bi kêrî wê nehatin. Li gorî Îranê qada Lubnanê ne amade ye were girtin, lê belê divê li cebheyên muhtemel heta bidawîkirina hemû pirsgirêkên Îranê di têkiliya li gel civata navneteweyî de vekirî bimîne.

Ev nêrîna Îranê li cihê Lubnanê xwezaya baldariya Tehranê li ser xurtkirina cihên alîgirên xwe di hûrgiliyên siyaseta hundirîn de betal nakin. Lê belê nexşekirina bi Îsraîlê re wek pêkanîna têkiliyên normîlazekirinê niha ne li gorî Îranê ne, lê belê şikandina projeyên wê, dûrî berjewendiyên Lubnanê ne. Lê ruxmî wê lihevkirin di nava her du welatiyan de çêbû. Gelo sedemên qebûlkirina Hizbullahê û Îranê ji vê lihevkirinê çi ne?

‛LIHEVKIRIN BI ERÊKIRINA ÎRANÊ PÊK HAT’

Nivîskar û rojnameger Cîhad El Zên li ser mijarê wiha got: "Ev lihevkirin aştiya aborî ye. Bêyî erêkirina Îranê pêk nedihat. Ev lihevkirin berjewendiyên petrolê yên mezin ên Îsraîlê li hember berjewendiyên aborî yên mezin ên Lubnanê pêk tîne. Ev ihevkirin ji gelê Lubnanê re destpêka derketina ji rewşa krîza aborî ye."

El Zên wiha domand: "Îran, helwesteke stratejîk ku garantor bike ku Lubnan bikeve nava para gaza rojhilata Deryaya Spî, berjewendiyên Îsraîlê fireh bike û cihê xwe di nava vê rêxistinê de mezin bike, difiroşe YE’yê, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA)."

El Zên wiha pê de çû: "Mijara li vir gotina Churchill bi bîr dixe; di siyasetê de dijminatî û dostaniya mayînde tune ye, lê berjewendî hene. Lê li vir dê Hizbullah li hember astengiyên eşkere yên gelên Ereb e. Ew xwedî dengê bilind di hemû saziyên destûra Lubnanê de ye ku dê lihevkirinê formule bike. 5 wezaretên Hizbullahê di hikumeta niha de hene û ew yek ji hejmara para partiyên din zêdetir e û ji hejmara 4 wezaretên bi ser hikumeta Necîb Mîqatî ve zêdetir e. Tenê ji hejmara bi ser serok Mîşêl Ewn ku hevalbendiya Hizbullahê ve kêmtir e.”

Rewşên herêmê û navneteweyî roleke bingehîn di hêsankirina rêya ber bi vê lihevkirinê ve lîst, di serî de dan û standina rojava û Amerîkayê bi şerê Rûsyayê li dijî Ukrayna û bandorên wê, ya girîng jî pêdiviya Ewropayê bi gazê. Vê yekê hişt şerên din pêk neyên û hişt li gelek çavkaniyên gazê û geşkirina çavkaniyên wê bigerin.

Vê yekê bandor li helwesta Îranê kir, her wiha hîna dan û standin hemwextî bilindbûna rageşiya rojava ya gotinan û cezayan dewam dike. Tehranê di vê dawiyê de ku azarên aborî yên cezayên Amerîka dikişîne, karsazekî amerîkî ku bi eslê xwe ji Îranî ye Sîamak Namazî li hember berdana 7 milyar dolarî sermiyana Îranê ya cemidandî, serbest berda.

Ev lihevkirina Lubnan-Îsraîlê, ger ne yekser be, yek ji dosyayên bi vejandina lihevkirina nukleerî ve girêdayî ye, yan jî yek ji bandorên ku dê piştî hilbijartinên navberê yên Amerîkayê çalak bibe.

Ji wê zêdetir hêmanên hundirîn jî hene, ya girîng nermbûna Hizbullah û raginadina wê li ser erêkirina pêşwext li ser biryara ku dewleta Lubnanê têkildarî dan û standinên nexşekirina sînorên deryayî û encamên wê bide. Bê guman rola wê ji aliyê Lubnanê ve di lezbûna dan û standinan de ku bigihîne vê armancê girîng bû. Hizbullah destûra xwe ya ji bo derxistina gazê ji Karîş ji Îsraîlê re bi derxistina dewlemendiya Lubnanê ve girê da. Bi wê yekê lihevkirin bû îsraîlî ku xwe ji rageşiya leşkerî ji aliyekî ve bi dûr bixe, nexasim Îsraîlê gihaşt qonaxên dawî yên derxistina gazê. Wê jî hişt dan û standin bi lez bibin.

GELO DÊ SÎNORÊN DERYAYÎ JÎ BÊN NEXŞEKIRIN?

Ji dema lihevkirina Lubnan-Îsraîlê ve hatiye ragihandin, şîrovekaran li ser îhtîmala ku ev lihevkirinê derî li pêş gelek lihevkirinan veke pirsiyar kir. Li ser vê yekê Cîhad El Zên wiha anî ziman: "nîşaneya herî girîng ku îşaretê bi vê lihevkirinê dike, tu lihevkirinên Îsraîlê yên din bi Lubnanê re pêk nayên ku dibe ev agirbest di nava her duyan de dirêj bike, heta li gel berdewama çeka Hizbullah û bêyî çi diyarkirina normîlazekirinê. Dibe ku nermbûna Hizbullah li ser rageşiyê bi vê armancê be yan jî li ser pêşdeçûna rola Hizbullah li Lubnan û herêmê xwe îsbat kiribe. Ev pêşdeçûn di herhalî de ji têkiliya Hizbullah bi mijara Îranê û rola wê ve qut nabe û ne jî ji nakokiya li ser vê mijarê yan jî lihevkirina bi DYA’yê û hevalbendên wê li herêmê re, bi taybet bi Îsraîlê re."

BENDÊN LIHEVKIRINÊ

Li gorî lihevkirinê, divê her du alî pabend bin ku lihevkirina çareyeke mayînde pêk tîne. Dê lihevkirin dema DYA’yê teqez bike ku her du alî li ser naveroka lihevkirinê erê dikin, bikeve miryetê.

Divê hemû alî peyamekê li ser datayên erdnîgariyê yên girêdayî xeta deryayê ji NY’yê re bişînin, da ku bikeve şûna ya her du welatan di 2011’na de ji wê re şandiye. Ji ber wê, ne ji mafê kesekî ye ku çi muzakereyekê ku her du alî li ser li hev nekiribin, bişîne.

Li gorî lihevkirina nû, zeviya karîş bi giştî dikeve aliyê Îsraîlê, lê divê lihevkirin mafên Lubnanê bi giştî ji zeviyê Qana re ku xeta nexşekirinê ya navbera wan de derbas dike, garantor bike.

Li aliyekî din jî, dê jimara 9 ku dikeve zeviyê Qana yê vekolînê ji hêla şîrketên Total a Fransa û Eni ya Îtalyayê ku di 2018’an de bi şîrketa Rûsya re li ser peymanên vekolîna li ser gazê û petrolê wergirtine, bibe herêmeke sereke, ew jî beriya Rûsya îsal vekişe.

Dê Îsralê ji kargeha Bilok 9 tawîzan wergire, ji ber ku parçeyek ji zeviyê Qana dikeve dervey ava herêmê ya Lubnanê.

(fr)

ANHA