​​​​​​​'Hêzên me li hember dagirkeriya Tirk bûne metral'

Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku qada dagirkeriya xwe berfireh bike û got "Hêzên me li dijî êrişên dagirkeriyê mertal in."

​​​​​​​'Hêzên me li hember dagirkeriya Tirk bûne metral'
23 cotmeh, 2022   05:18
MINBIC – SELWA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên rojava û bakur yên bajarê Minbicê û gundên rojhilat ên Babê yên rizgarkirî, didomînin. Di encama van êrişan de welatî dibin qurbanî û ziyan digihêje mal û milkên wan.

Der barê van êrişan de, cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîma ji ajansa me re axivî.

Yûsif Erîma da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên rojhilat ên Babê yên rizgarkirî topbaran dikin û di van êrişan de çekên giran wekî obus, moşekên Grad, topên hewanê û dronan bi kar tînin.

Erîma diyar kir ku dagirker ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî, ji tevahî eniyan herêmê bi çekên giran û sivik topbaran dikin û got: "Car caran em sewqiyat û tevgerên dewleta Tirk a dagirker di baregehên li eniyên şer de dibînin. Hêzên me li dirêjahiya gundên rojava yên rizgarkirî yên Babê, wekî gundên Erîma, Cib Hemra û eniyên rojava yê bajarê Minbicê belav in."

Yûsif Erîma îşaret bi rewşa ewlehiyê li bajarê Babê yê dagirkirî kir û wiha domand: "Vê dawiyê me rewşeke tevlihev a ewlehiyê û bêîstiqrarî li bajarê Babê dît. Şênî dixwazin Heyet Tehrîr El Şam ji bajar derkeve. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide serweriya DAIŞ’ ya terorîst û zilma wê ya li ser şêniyên bajarê Babê vegerîne.”

Erîma di dewama axaftina xwe de bal kişand ser şerê di navbera komên çete de û got: "Li herêmên dagirkirî tevliheviyeke mezin heye, komên terorîst kiryarên dizî û talankirinê dikin, ji ber van aloziyan jin û zarok dibin qurbanî.”

Cîgirê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîma diyar kir ku hêzên wan amade ne bersiva êrişan bidin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe dê herêmê û şêniyên wê biparêzin. Her wiha got: "Armanca dewleta Tirk dagirkirina xaka Sûriyê ye, lê hêzên me li hemberî wê mertal in."

ANHA