​​​​​​​Panoramaya Hefteyê: Niyetên Tirkiyê li paş şerê di navbera çeteyan de li Efrînê

Şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li Efrînê di hefteya borî de berdewam kir. Li gorî raporan destê Tirkiyê di vê yekê de heye ku dixwaze zemînê ji danûstandina bi Şamê re, amade bike. Li aliyekî din piştî erkdarkirina serokkomar û serokê hikumetê, aloziya iraqiyan veguherî pêvajoya dengdaniyê li ser kabîneyê. Lê pirspor pêşbîn nakin ku hikumet xwe bispêre rêgeza kotayê.

​​​​​​​Panoramaya Hefteyê: Niyetên Tirkiyê li paş şerê di navbera çeteyan de li Efrînê
23 cotmeh, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bakurê Sûriyê, geşedanên siyasî li Iraqê û aloziya siyasî ya li Lubanên, bûn rojeva rojnameyên erebî di hefteya borî de.

‛DEWLETA TIRK LI BAKURÊ SÛRIYÊ ÇI PLAN DIKE?‎’

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Li herêmên bakurê Sûriyê yên di bin serweriya ‎hêzên Tirkiyê de bi ketina Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) re di nexşerêya serweriyê de ‎guhertin çêbû. Şîrovekar destnîşan dikin ku eger ne bi erêkirina Tirkan bûya, Heyet Tehrîr El Şam nikarî ‎bikata herêmê. Ev yek li ser niyetên Tirkiyê pirsan derdixe holê?‎

Çavdêr jî dibêjin ku guhertina nexşerêya serweriyê li bakurê Sûriyê li pêş çavên hêzên Tirkiyê yên Ii ‎herêmê pêk tên, ku roja sêşemê ket tevgerê û ji bo destekdayîna hevalbendên xwe wesayîtên leşkerî ‎şandin herêmê.‎

Di çend rojên dawîn de ji bo rawestandina şer û rêgirtina pêşîgirtina kontrolkirina herêmên serweriya ‎Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ji aliyê Heyet Tehrîr El Şam ve, tu destwerdan an zext ji aliyê Tirkiyê ve ‎çênebûye. Ruxmî ku Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê destekê jê digire.‎

Şîrovekarê siyasî Sedam El Casir dibêje ji berjewendiya Tirkiyê ye ku tenê eniyeke aktîv hebe li herêmê ‎serwer be û got: “Bi vê yekê dikare ji komên din zêdetir kontrolê li ser vê komê bike, Tirkiye ev yek di ‎Heyet Tehrîr El Şam de dît.”‎

Her wiha diyar kir ku Heyet Tehrîr El Şam ji komên din zêdetir dikare di pêvajoya bê de berjewendiyên ‎Tirkiyê li bakurê Sûriyê pêk bîne. El Casir amaje bi vî tiştî jî kir ku bêdengiya “hikumeta demkî” û “îtîlafê” ‎têkildarî bûyeran, niyeta Tirkiyê ye der barê van geşedanan de nîşan dide.‎

Rojnameyê ev bûyer bi dan û standinên tê payîn di navbera hikumeta Şamê û dagirkeriya Tirk de bên ‎kirin ve, girê da û got: “Şîrovekar dibêjin ku serweriya Heyet Tehrîr El Şam li ser herêmê, dan û ‎standinên di dema pêş de bi hikuemta Şamê re hêsan dike, di vê rewşê de dê bi blokeke teslîmbûyî re ‎rû bi rû be ku guehrtinên navneteweyî li ser erdê qebûl bike.‎

Heman kes destnîşan dikin ku ji bandorên sereke yên vî şerî niha lawazxistina Feyeqa 3`yemîn e û ‎xistina herêmê di bin serweriya Heyet Tehrîr El Şam û komên El Hemze û Firqeya Suleyman Şah de, ku ‎çi dan û standinên bi hikumeta Şamê re hêsan dike.”

BANGÊN JI BO HIKUMETA BÊ YA RAQÊ KU ZEMÎNA HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT AMADE BIKE

Têkildarî rewşa Iraqê jî rojnameya El Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: “Piştî ku Şepêla Sedr beşdarî hikumeta ku Mihemed Şiya El Sûdanî ji bo avakirina wê hatiye erkdarkirin nebû, metirsî hene ku hêrsa gelê Iraqê vegere. Di heman demê de hêzên siyasî bang kirin ku erka hikumeta ku tê çaverêkirin zemînê ji bo hilbijartinên pêşwext û destpêkirina diyaloga nîştimanî ji bo guhertina destûrê û bidawîkirina aloziyan bi çavdêriya NY`yê, amade bike.

Berdevkê serokê Şepêla Sedr, Salih Mihemed El Iraqî hewldanên Çarçoveya Hemaheniyê bi tundî rexne kiribû û hikumeta tê çaverêkirin bi hikumeta “îtîlafê û milîsan” bi nav kir û car din din beşdariya tê de red kir.

Hevbendiya Weteniyê ya bi serokatiya Iyad Elawî jî duh goti ku erka hikumeta bê divê amadekirina zemînê ji bo hilbijartinên pêşwext û vekirina girêkên ku di encama aloziyên berê de derketine be.

Mamosteyê zanistên siyasî yê Zanîngeha Bexdayê û serokê Navenda Fikrên Siyasî Îhsan Şemerî jî pêşbîn kir ku hikumeta bê di avakirina xwe de wekî hikumetên berê sîstema parvekirinê esas bigire.

Her wiha destnîşan kir ku Sedr dê destgirêdayî nemîne û dê beşdarî opozîsyona gelêrî bibe ku dê pêl bi pêl mezin bibe û dê hilweşandina vê hikumetê bixe nav hesabên xwe.”

‛LUBNAN;QONAXA BENDEWARIYA GIRAN DEST PÊ DIKE’

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya El Beyan ev tişt nivîsî: "Bi leza jimartinê re ku serdema serok Mîşêl Ewn di 31’ê vê mehê de li gel tevliheviya hewlên dubarekirî yên lihevkirina li ser dosyaya hikumetê ku ji 5 mehan ve taloqkirî ye, bi dawî dibe rêjeya dane û rastiyên ku îsbat dikin ku Lubnan li hemberî du valahiyên; serokatî û hikumetê ye, bilind dibe.

Lê nixumandin ji niha û heta 31’ê mehê ve bibe sernavê qonaxê. Dê ew yek li gel sînaryoyan bimîne ku ji gelek kesan ve diyar dibe ku nêzî "rîskan" be û aliyên wê nehatine hesabkirin. Bi wê re rêjeya metirsiya ku Lubnanê ber bi tecrûbeyeke nû ji valahiya serokatiyê ve biçe bilind dibe. Têkildarî vê yekê hemû destnîşan dikin ku ger tiştek di vê serdemê de pêk bê dê di bibe destpêka qonaxa bendewarî ya giran.

Li gel bendewariya gera serokatiyê ya sêyemîn ku tê payîn pêncşemê li dar bikeve, hemû li ser xetimîna hundirîn têkildarî mafên serokatiyê li hev dikin. Lê ne diyar e di demeke nêz de ev yek çareser bibe, bi taybet pêkhatên hundirîn êdî xwe radestî valahiya yekemîn a serokatiyê kiribûn û êdî bi vê valahiyê re dijîn û li benda temambûna rewşên objektîv in ku serokekî nû were hilbijartin.

Hîna çav li dagirtina valahiya gera sêyemîn a serokatiyê ne, di heman demê de aliyên siyasî yên têkildar ji El Beyan re da zanîn ku tunebûna hikumeteke xwedî hemû derfetan tê wateya vekirina deriyê Lubnanê ber bi nediyarbûnê ve ye."