Serhildana li Rojhilat û Îranê didome: Em xwe dispêrin şoreşa Rojava

Berpirsyara dîplomasiyê ya KJAR`ê Rozerîn Kemanger anî ziman ku serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji şoreşa Rojava îlham girtiye û da zanîn ku armanca çalakvanan bi dirûşma `Jin Jiyan Azadî` azadiya rasteqîn e.

Serhildana li Rojhilat û Îranê didome: Em xwe dispêrin şoreşa Rojava
23 cotmeh, 2022   03:19
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku 16 Îlonê piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî dest pê kir, tevî hemû êrişên çekdarî, girtin û îşkenceyên hêzên rejîmê jî, bi slogana “Jin Jiyan Azadî” heya niha didomin. Beriya qetilkirina Jîna Emînî, li Merîwanê jina Kurd Şilêr Resûlî ji bo ku ji leşkerekî bipere yê rejîma Îranê rizgar bibe, xwe ji avahiyek duqatî avêtibû û dawî li jiyana xwe anîbû. Piştî Jina Emînî jî bi dehan jin hatin qetilkirin.

Li dijî rejîma Îranê, gel li seranserê Îranê daket qadan û xwepêşandan li her derê belav bûn. Ruxmî ku rejîmê înternet li seranserê herêmê qut kir jî, serhildanê li cîhanê deng veda. Ji bo piştgriya serhildanan li Kurdistan û cîhanê çalakî çêbûn. Gelek parlamenter, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û hwd ji bo piştgiriya serhildanan porê xwe birî û piştgiriya xwe bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” nîşan da.

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di nava mehekê de hêzên rejîmê 201 çalakvan qetil kirin û bi sedan çalakvan jî birîndar kirin. Her wiha bi hezaran çalakvan jî hatine girtin.

Der barê serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de berpirsyara dîplomasiyê ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Rozerîn Kemanger ji ANHA’yê re axivî.

‘AVÊTINA DESMALAN TENÊ HINCETEK BÛ’

Li ser armanca serhildanên li Rojhilat û Îranê, Rozerîn Kemanger diyar kir ku avetin û şewitandina serpoşan (desmal) tenê hincetek bû. Rozerîn Kemanger anî ziman ku serhildan di esasê xwe de li dijî sîstema mêrserwer in û wiha axivî: “Jin di hemû saziyên di bin serweriya Îranê de hatine sînordarkirin. Gelek mafên xwezayî yên jinan dibe ku li welatên din hebin lê li Îranê tune ne. Ji bilî zagonên ku rewabûnê dide hişmendiya mêrserwer, ev hişmendî di civakê de jî bi pêş xistine. Jinan wekî namûs dibînin. Bi rêbazên cuda hem di malê de hem li derve êrişî jinan dikin. Di dirêjahiya dîroka Îranê de bi taybetî di 43 salên dawîn de ev gelekî hat dîtin. Jinan gelek caran serhildanên cuda kirine û ji rejîma heyî re gotiye na.”

‘EV JI SERHILDANÊN BORÎ CUDATIR E’

Rozerîn Kemanger îşaret pê kir ku serhildana li Rojhilat û Îranê cudatirî serhildanên demên borî ne û wiha dom kir: “Di nava 10 salên dawîn de gelek serhildan çêbûn. Lê serhildana niha ji yên berê taybettir e. Serhildanên berê carinan li ser xizanî, meaşên mamosteyan çêdibûn û her car aliyek li dijî desthilatê radibû. Lê vê care gelê Rojhilat û Îranê bi pêşengiya jinan dest avêt kokê anku bingeha civakê. Pirsgirêka civaka Îranê îrade û hêza jinan nedîtin û kuştina jinan e. Vê serhildanê jin xistin navenda çareseriyê. Heta pirsgirêka jinan di wê civakê de çareser nebe dê tu pirsgirkêke civakê jî çareser nebe.”

Rozerîn Kemaner diyar kir ku armanca sereke ya civaka Îranê azadiya rasteqîn e û diyar kir ku bi dirûşma `Jin Jiyan Azadî` re hevgirtinek çêbûye û wiha pê de çû: “Di vê serhildanê de peyama bingehîn a gelan ev bû; em yek in, tu hêzên desthiladar nikarin me ji hev qut bikin. Bi vê re bi dirûşma `Jin Jiyan Azadî` hevgirtineke bêhempa çêbûye. Vê jî nîşan da ku mijara jinan mijara hemû civakê ye. Dikare hemû sînoran binpê bike û guh nediyê. Ji ber ku hedefeke hevbeş heye. Armanca sereke azadiya rasteqîn e. Dayikên ku zarokên wan di serhildanê de şehîd ketine, digot `em sersaxiyê naxwazin, şoreşê dewam bikin.` Ji ber wê jî heya niha bi şêwazên gelekî bihêz ev serhildan didome.”

‘ŞOREŞA ROJAVA JI XWE RE DIKIN MÎNAK’

“Şoreşger li ku derê bin ji hev îlhamê werdigirin.” Rozerîn Kemanger bi van gotinan bal kişand ser bandora şoreşa Rojava li ser serhildanên Rojhilat û Îranê û got: “Jinên YPJ`ê bi slogana `Jin Jiyan Azadî` li dijî DAIŞ’ê bi ser ketin. Di destpêka serhildanan de çavê gelê Rojhilat li Rojavayê Kurdistanê bû. Ev serhildan di şoreşa Rojava de çawa dê bê dîtin, ji bo çalakvanan gelekî girîng bû. Dema li Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya serhildanan meş çêdibin, di nava civaka Îranê û Rojhilat de gelekî deng vedide.  Em pişta xwe dispêrin şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Ji bo avakirina jiyaneke demokratîk li Îran û Rojhilatê Kurdistanê şoreşa Rojava ji xwe re dikin mînak. Piştî êrişên Talîbanê yên li ser jinên Efganistanê jinên li wir daxuyanî dabûn û gotibû `Xwezî hêzêke me wekî YPJ`ê hebûya û ew biparastana.` Armanc û têkoşîna jinan yek e, em hêvî dikin ev piştgirî bihêztir be.”

`EM Ê JI HEMÛ CÎHANÊ RE BIBIN MÎNAK`

Rozerîn Kemanger da zanîn ku gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xeta sêyemîn hilbijartiye û got: “Dirûşma `Jin Jiyan Azadî` beriya 40 salan bi felsefeya rêber Abdullah Ocala hate diyarkirin. Dîroka têkoşîna jinên Kurdistanê gelekî bi hêz e. Ev dirûşm ne tenê 3 gotin e. Her gotineke wê gelekî kûr e. Jiyaneke ku jin tê de ne azad be, bê wate ye, bila nebe baştir e. Di serhildanên Rojhilat û Îranê de gel xeta xwe ya sêyemîn nîşan da. Hemû gelên azadîxwaz li Îranê dîktaroran naxwazin û dixwazin xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin. Em bawer dikin ku dê ev şoreş berfirehtir bibe. Em ê ji hemû cîhanê re bibin mînak.”

ANHA