Bi dehan xwendekar li Kobanê piştgiriya berxwedana gerîla kir

Bi dehan xwendekar li Kobanê piştgiriya berxwedana gerîla û şehîdan kir ku di êrişên bi çekên kîmyawî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne.

Bi dehan xwendekar li Kobanê piştgiriya berxwedana gerîla kir
Bi dehan xwendekar li Kobanê piştgiriya berxwedana gerîla kir
Bi dehan xwendekar li Kobanê piştgiriya berxwedana gerîla kir
Bi dehan xwendekar li Kobanê piştgiriya berxwedana gerîla kir
Bi dehan xwendekar li Kobanê piştgiriya berxwedana gerîla kir
22 cotmeh, 2022   17:34
KOBANÊ

Xwendekar ji qada Jina Azad heta Parka 19`ê Tîrmehê li Kobanê meşiyan. Di destê xwe de wêneyên şehîdên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyawî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn rakirin.

Bi dehan xwendekar cilên spî yên taybet ên çekên kîmyawî li xwe kirin.

Çalakî bi dirûşma “Li dijî kîmyasalê werin serferberiya tolhildanê”, li dar ket. Xwendekaran wêneyên 17 şehîdan û pankart “Bijî berxwedana gerîlaî” û “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê” hildan.

Li pêşiya parkê, xwendekar xwe li erdê dirêj kir û di destê her yek ji wan de wêneya şehîdek heye ku di êrişa bi çekên kîmyawî de di vê dawiyê de şehîd bûbûn.

ANHA