​​​​​​​`Bêdengiya rêxistinên mirovî dibe sedema ku dewleta Tirk komkujiyan pêk bîne`

Koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Til Temirê, destnîşan kirin ku bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî dibe sedem ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê komkujiyan pêk bînin.

​​​​​​​`Bêdengiya rêxistinên mirovî dibe sedema ku dewleta Tirk komkujiyan pêk bîne`
​​​​​​​`Bêdengiya rêxistinên mirovî dibe sedema ku dewleta Tirk komkujiyan pêk bîne`
​​​​​​​`Bêdengiya rêxistinên mirovî dibe sedema ku dewleta Tirk komkujiyan pêk bîne`
​​​​​​​`Bêdengiya rêxistinên mirovî dibe sedema ku dewleta Tirk komkujiyan pêk bîne`
​​​​​​​`Bêdengiya rêxistinên mirovî dibe sedema ku dewleta Tirk komkujiyan pêk bîne`
​​​​​​​`Bêdengiya rêxistinên mirovî dibe sedema ku dewleta Tirk komkujiyan pêk bîne`
22 cotmeh, 2022   16:44
QAMIŞLO

Bi sedan koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Til Temirê li pêşiya Meclisa Kampa Newroz li rojhilatê Dêrikê ya kantona Qamişlo kom bûn û li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û bikaranîna çekên kîmyawî û qedexekirî li dijî HPG`ê meşiyan.

Xwepêşandêr, wêneyên şehîdên êrişa bi çekên kîmyawî, pankartên “Na ji bêdengiya navneteweyî re”, “Hilweşe dewleta Tirk a faşîst” û “Bijî berxwedana gerîla” rakirin.

Xwepêşandêr ji pêşiya meclisê heta qada kampê meşiyan û berxwedana gerîla û QSD`ê silav kir.

Li qadê, ji koçberên Serêkaniyê Fatme Xemîs axivî û got: “Em niştecihên kampê û xelkê Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temirê û gundên wê, bi yekrêzî li hember êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî herêmê û bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, disekinin.”

Fatme Xemîs wiha domand: “Dewleta Tirk a faşîst topbarankirina herêmê bi rêya balafirên xwe yên bêmirov didomîne, sivîl û zarokan li pêş çav û guhê cîhanê dike hedef. Li gel bêdengiya civata navneteweyî û piştgiriya NATO`yê, bi çekên kîmyawî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.”

Her wiha Fatme Xemîs destnîşan kir ku ev bêdengî bû sedem ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyan li dijî jîngehên ewle pêk bîne weke ku li Serêkaniyê çekên kîmyawî bikar anîn dema êrişî bajêr kir û binesaziya wî wêran kir.”

Fatme Xemîs bi tundî kiryarên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li dijî herêmên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

ANHA