Li gundê Miraşde Mîhrîcana 3`yemîn a Hinar li dar ket

Meclisa Sivîl a herêma rojhilatê Dêrazorê îro Mîhrîcana 3`yemîn a Hinarê li gundê Miraşde yê bajarokê Sûse yê rojhilatê Dêrazorê li dar xist.

Li gundê Miraşde Mîhrîcana 3`yemîn a Hinar li dar ket
22 cotmeh, 2022   15:56
DÊRAZOR

Di mîhrîcanê de bi sedan şênî, cotkar, rûspî, nûnerên mecils, saziyên sivîl û leşkerî yên rojhilatê Dêrazorê, hazir bûn ku bi armanca pêşxistina hêmanên sereke yên çandiniyê û danasîna sûd û cureyên hinarê.

Di destpêka mîhrîcanê de, serokê Meclisa Gel a bajarê Hecînê Selah El Seman axivî û pêwîstiya piştgiriya çandiniyê li gundewarê Dêrazorê ji bo pêşxistina çandina hinarê destnîşan kir.

Her wiha El Seman diyar kir ku divê aliyê xizmeguzarî li herêma Dêrazorê were bi pêşxistin ji ber herêm di şerê rizgarkirina herêm ji DAIŞ`ê de, wêran bû.

Paşê 40 cotkaran hinar di selikan de pêşandan û jûriyên mîhrîcanê cureya herî baş a hinarê diyar kir.

Di dawiyê de li gorî pîvanên pêşbirga li mîrhîcanê li dar ketiye, cotkar Casim El Ciînî di rêza yekê de, Osama El Rebî di rêza duyem de û koma baxçeyên malbata El Wezîr di rêza sêyem de bi ser ketin.

Li bajarokê Sûse ji bingeha 55 hezar donim, 35 hezar donim bi hinar hatiye çandin ku hilberîna wê salê 50 hezar ton e.

ANHA