`Şehîd di bîr û dilê me de nemir in`

Kongra Star bi koordîneya Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, çalakiya konvedanê li dar xist û soza tolhildana wan da.

`Şehîd di bîr û dilê me de nemir in`
`Şehîd di bîr û dilê me de nemir in`
`Şehîd di bîr û dilê me de nemir in`
`Şehîd di bîr û dilê me de nemir in`
`Şehîd di bîr û dilê me de nemir in`
`Şehîd di bîr û dilê me de nemir in`
`Şehîd di bîr û dilê me de nemir in`
22 cotmeh, 2022   15:33
 HELEB

Endamên komîn, meclis, partî û saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn ku wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên gerîla, Kongra Star û Yekitiya Jinên Ciwan di bin konê çalakiyê de hatin daliqandin.

/ar/uploads/files/2022/10/22/145009_rwshyn-mwsa.webp

Konê çalakiyê li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate vedan. Di çalaliyê de endama Koordînasyona Kongra Star Rûşîn Mûsa axivî û fedakariyên şehîdên azadiyê silav kirin.

Her wiha Rûşîn Mûsa balkişand ser hovîtiya dewleta Tirk a dagirker ku bi çekên kîmyawî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got: “Di encamê de 17 gerîla şehîd bûn. Li hember vê hovîtiyê divê em têkoşînê mezin bikin, hevgirtinê xurt bikin û piştgiriya gerîla bikin.”

EM HÊZA XWE JI FEDAKARIYÊN ŞEHÎDAN DIGIRIN

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Hêva Bekir destnîşan kir ku her carê dewleta Tirk li hember berxwedan û vîna gerîla bibin dikeve, çekên kîmyawî bi kar tîne.

Hêva Bekir wiha domand: “Divê Tirkiyê xeyal neke. Ji ber gerîla li ser fikrê rêber Ocalan perwerde bûne û negengaz e wan têk bibe. Em hêza xwe ji fedakariyên wan digirin.”

/ar/uploads/files/2022/10/22/145031_frznd-jmah_1.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ferzende Cafer fedakariyên şehîdan silav kirin û got: “Gerîla di dîrokê de bi xwîna xwe ya pak destan nivisîn. Ji bo azadiyê û rizgarkirina gelên bindest tê koşiyan. Di oxira welêt û gel de, tiştên herî biha kirin qurban.”

Ferzende Cafer wiha berdewam kir: “Şehîd sembola nirxên mirovahiyê ne. Ji ber li dijî zulm û zordestiyê li ber xwe dan û di bîr û dilê me de nemir in.”

Paşê sinefizyonek têkildarî gerîlayên di êrişa bi çekên kîmyawî de şehîd bûne, hate pêşandan.

ANHA