6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kir

6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi diruşmeya "Pirtûk samanê cîhanê ye" li bajarê Qamişlo dest pê kir. Pêşangeha îsal diyarî giyanê helbestvan Cegerxwîn hate kirin.

6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kir
22 cotmeh, 2022   11:49
QAMIŞLO

6ʹemîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi diruşmeya "Pirtûk samanê cîhanê ye" li Hola Zana ya bejarê Qamişloyê dest pê kir. Ji  tevahî herêmên Baku û Rojhilatê bi dehan kes, di nav de nûnerên saziyên sivîl, çandî, siyasî, şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dayika şehîd Herekol beşdarî merasîma vekirina pêşangehê bûn.

Pêşangeh ji 130 hezar pirtûk an ku derdora 13 hezar sernav ên bi mijarên cûda yên ziman û zaraveyên cûda wekî kurdî, erebî, suryanî, soranî û înghilzî pêk tê. Her wiha ji zêdetirî 51 weşanxane yên hundir û derve beşdar bûne.

Deriyê pêşangehê ji aliyê dayika şehîd Herekol, Xedîce Mele Îbrahîm ve hat vekir. Piştî deqeya rêzgirtin berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê axivî, şehîdên Şoreşa 19ʹê Tîrmehê bi bîr anîn û li ser keda şehîd Herekol jî got: "Şehîd Herekol şoreşger, berxwedêr, nivîskar û rewşanbîr bû. Ji destpêka Şoreşa 19ʹê Tîrmehê ve erka komkirina hemû nivîskar û rewşanbaran girt ser xwe û di avakirina yekitiyên rewşanbîran li herêmên rizgarkirî de xebatî.  Şehîd Herekol baş dizanî ku parastina şoreşê û rêveberiya wê ne tenê bi rêya rakirina çekê tê kirin, lê bi rêya çand û zanistê jî tê kirin. Li ser vê yekê şehîd Herekol hemû nivîskar û rewşenbîr û xebatkarên qada zanist û rewşenbîriyê kom kirin."

Luqman Ehmê banga parastina destkefityên şoreşê û avakirina Sûriyeke demokratîk, pirrengî nenavendî kir.

Dayika şehîd Herekol, Xedîce Mele Îbrahîm jî bi xêrhatina beşdaran kir û banga şopandina xeta şehîd Herekol û hemû şehîdan kir.

Di pêşangehê de Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen jî îşaret bi vekirina pêşangehê kir û ev tişt got: "Tevî mercên zehmet ku em têre derbas dibin û tevî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kombûna bi dehan kes li vir asta berxwedan û sekna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide.ʹʹ

Ronahî Hesen her wiha banga parastina mîrateya çandê kir.

Piştî axaftinan, beşdaran li hola pêşangehê geriyan. Tê payîn ku pêşangeh wê heta 29ʹê Cotmehê dewam bike.

Di pêşangehê de wê semîner, panel û şahiyên îmzekirina pirtûkan werin lidarxistin. Her wiha dê çalakiyên hunerî û mûzîk û pêşbirkên çandî û wêjeyî hebin, heman demê dê diyarî werin belavkirin û nivîskar, wêjevan, rewşenbîr û weşanxaneyên beşdarî pêşangehê bûne, werin xelatkirin.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna rewşenbîr û têkoşerê Kurd Hesen Şawîş (Herekol) ê ku 20ʹê Tîrmeha 2016ʹan şehîd bû, salane vê vedike.

Desteyê pêşangeha îsla diyarî giyanê helbestvan Cegerxwîn kir.

ANHA