MSD bi endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya parlamentoya Awisturyayê re civiya

MSDʹê bi endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Awusturyayê ya ji Partiya Kesk Eva Ernst Çîçek re civiya.

MSD bi endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya parlamentoya Awisturyayê re civiya
22 cotmeh, 2022   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya MSDʹê, hevdîtinên wan ên li gel partî û komîteyên parlamentoya Awisturyayê berhemdar bû.

Hate gotin ku şandeya MSDʹê ji nêzik ve helwesta partiyên Awisturyayê û nêrîna wê ya ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê û dozên ewlehî û siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kirin.

Hevdîtina dawî ya ku nûner û komîteyên MSDʹê li Awisturyayê pêk anîbû, bi endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Awisturyayê ya ji Partiya Kesk Eva Ernst Çîçek re bû. Hevdîtin ji aliyê hevserokê MSDʹê Riyad Derar û endamê nivîsgeha têkiliyan a MSDʹê Selah Ferho ve li avahiya parlamentoyê pêk hat.

Nivîsgeha Têkiliyan a MSDʹê di Îlona borî de bi berdevkê Partiya Gel a Awisturyayê (ÖVP) û endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Awisturyayê Martin Engelberg re hevdîtin pêk anîbû. Her wiha di 10’ê Cotmehê de bi endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Awisturyayê û berdevkê partiya NEOS ya têkiliyên derve Helmut Brandstetter re hevdîtin pêk anîbû.

Endamê nivîsgeha têkiliyan a MSDʹê Selah Ferho diyar kir partî û nûnerên wan ên di parlamentoya Awisturyayê de piştgiriyê didin çareseriya siyasî û lihevkirina di navbera sûriyan de ya bêyî dûrxistina tu aliyan. Her wiha pesnê xebatên QSDʹê dan.

Partî û parlamenteran destwerdanên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê li dijî herêmên Sûriyê û gelê wê şermezar kirin.

Şandeya MSD’ê li ser azarên gelê Sûriyê û pêdiviya herêmê bi çareyên siyasî û giştî li gel hilweşîna lez û krîzên li pey hev yên ji ber dewama xitimîna siyasî, axivî.

Girêdayî mijarê, şandeya MSD’ê rewşên li Bakur û Rojhilatê sûriyê zirarên binesaziyan û pêwîstiya jinvetamîrkirinê û pêkanîna çareyên lezgîn ên krîza avê ku dewleta Tirk a dagirker û komên çete kontrol dikin û mehrûmkirina zêdetirî milyonek sûrî ji ava vexwarinê anîn ziman.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar diyar kir ku pêwîst e dosyaya DAIŞ’ê û girtiyên li gel Rêveberiya Xweser bi rêya dadgehên navneteweyî yên ji bo vê armancê werin avakirin, werin çareserkirin.

Şandeyê nêrîna xwe ya çareya siyasî û hewlên xwe yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî yên bi rêya diyaloga sûrî ya hundirîn û derxistina nêrîneke hevbeş pêşkêş kirin. Her wiha şandeyê da zanîn ku divê nûnerên MSD’ê di civînên taybet bi dosyaya Sûriyê ve beşdar bin û tu alî neyê bidûrxistin.

Ji bo rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya Rêveberiya Xweser ji nêz ve were şopandin, parlamenter û partiyan xwest ku banga wan were bersivandin û serdana herêmê were kirin ku ji nêz ve rewşên meydanî û siyasî werin şopandin.