​​​​​​​Li Qamişlo Gulîstana Şehîdan hat vekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi merasîmekê ʹGulsîtana Şehîdanʹ vekir.

​​​​​​​Li Qamişlo Gulîstana Şehîdan hat vekirin
21 cotmeh, 2022   15:57
QAMIŞLO

Bi beşdariya bi sedan şêniyên Qamişlo, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo ʹGulîstana Şehîdanʹ li taxa Elaya vekir.

Gulîstan ji aliyê dayika 3 şehîdan; şehîd Elî, Necah (Nêrgiz) û şehîd Xedîce (Nûcan) Letîfe Hesen Elî ve hat vekirin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mahsûm Hesen diyar kir ku bi saya keda şehîdan gel bi aramî û ewle dijî û got: "Em wekî Meclisa Malbatên Şehîdan bi rêya mîna van projeyan xizmetê pêşkêşî gelê xwe didin. Em soz dikin şehîdên xwe ku em ê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin."

Firehiya gulîstanê 2 donim e. Bi dar û nebatan hatiye xemilandin, her wiha ji bo lîstokên zarokan û kafîteryayê heye.

Merasîm bi stranên hunermend Mueyed Şiwêş û gerandina xelekên govenê bi dawî bû.

 (mh)

ANHA